GOTAR
GOTAR >
Li Kurdistana Azad Desthilatîya
Þîrketên Bîyanî,Bi taybetî yên Tirkan û Xetera vê yekê
Tebax 24, 2006
Ji HÊLÎN PASEWAN /HAWARDENGÛBAS
Li Kurdistana azad bi zagonek nû di serî de, di sektora neftê de hemû deri
bo karsazan re heta dawiyê tê vekirin.
Di meha gulanê de du îdareyên heyîn piþtî 15 salan bûn yek û vê yekê li ser
pêþveçûnên nû bandorek erênî kir. Projeya zagona nû ya hatî amadekirin ji 26
xalan pêk tê û bi van xalan hemû deriyên aboriyê ji karsazên biyanî ve tê
vekirin.
Proje bi têgiheþtinek lîberal û teþfîqkar hatiye amadekirin. Zagon karsazan
nêzîk 10 salan ji bacê muaf digire, kirîna axê û birina hatiniyên xwe ji bo
welatê xwe jî serbest dike. Her wiha karsaz dikare mal û karkeran jî ji
derve bîne.
Birêvebirê Giþtî yê Wezareta Bazirganiyê a Kurdistana Federe Azîz Îbrahîm
ragihand ku li Kurdistanê niha 500 ji wan tirk 4000 hezar þîrket xebatê
dikin. Piþtî ku qanûna veberhênanê li parlamentoyê bê qebûlkirin pêþbînîya
(texmîna) wan ew e ku ev hejmar ê bibe du qat. Wî got gelek þirketên biyanî
ji bo hatina Kurdistanê li benda vê qanûnê ne.
Kanûnek nû tê amade kirin
Serok wezîrê Kurdistanê Nêçîvan Barzanî jî di derbarê kanûna nû ya bo
karkirina bîyanîyan de got ku zagona têkildarî vê mijarê tê amadekirin, dê
di hefteya bê de bê Parlementoyê û bi vê yekê dê deriyên xwe ji razmendên
biyanî re vekin. Barzanî got ku Kurdistan bi aramî û sikûneta xwe ji bo
bazirganiyê xwedî derfetên girîng e û bi vê zagonê hemû mafên karsazan tên
misogerkirin.
Serokê Kurdistanê û birêvebirên Kurdistana azad gelek caran eþkere kirin ku
wê Kurdistana azad bo sermaya bîyanî bibe qadekî azad û û Kurdistan bibe wek
Qatarê.
Azadîya bê sînor xeteran diafrîne
Eþkereye ku hikumeta Kurdistanê bo avadanî û pêþketina Kurdistana azad
polîtîkayek wisa dimeþînin.Lê ger tedbîrên hewce wek welatên Ewrûpayî neye
girtin wê ev desthilatîya þîrketên bîyanî jî zirarê bide nirxên neteweyî.
Divê taybetmendîya Kurdistanîyetî were parastin.Her þîrketekî ku tên
Kurdistana azad bi taybetî yên avahîsazîyê rê li pêk hatina mîmarîya Kurdî
dibe.
Divê hikumeta Kurdistanê dîsa hemû hêsanî bo bazara vekirî cêbece bike lê
divê hin bi riya qanunê þîrketan re hin xalên taybetî wek mîmarîya
Kurdistan,parastina zimanê Kurdî,rêz lê girtina nirxên Kurdeyatî û bi zelalî
kar kirin bê dîyar kirin.
Tê zanîn ku wexta qebûl kirina wan þîrketan de qendelî û hin planên
veþartîya Tirkan jî tê rojevê.
Xetera herî mezin jî ewe ku sermeyadar an jî muteþebîsên Kurd bizirar bin ku
divê bo parsatin û pÊþxistina sermaye û sanayîya navxweya Kurdistanê
daraþtineke nû lazim e.
Divê nirxên Kurdistanê werin parastin
Li Kurdistana Azad gelek sektor û qad roj bi roj mezin û berfirehtir
dibin.Lê Hikumeta Kurdistanê beyî ku hin hessasîyetên neteweyî berçavan
bigre destûrê bo þîrketên bîyanî tê dayîn.
Pêþketina milletekê di her waran de hewcedarîya yekemîn û girîng aborîye.
Divê pêþarojê de dewlet destê xwe ji sekora xizmetê vekiþîne.Lê bi yasayan
hîmên neteweyî ser bingeha babetên nûjen werin parastin.
Divê Kurdên ji perçeyên din jî tevlî pêþketina hanbibin û sermayeyek
neteweyî û yek girtî çêbibe da ku ev hatinî bo pêþketina Kurd û Kurdistan
were bikaranîn.Divê ihracat zêde be û sistema bazara vekirî ser hîmen netewî
were avakirin.
Mijara neftê mijarake taybet e
Niha petrol bi destê þîrketên bîyanî tê derxistin.Sektora taybet raste ku
divê were pêþxistin.Mijara neft û enerjîyê mijareke cûda û girîng û ji ber
vê yekê jî divê kontrola ser petrol û çavkanîyên sirûþtî di destê hikumeta
Kurdistanê de be.
Divê pêþî sîstema karkirina navxwe were rêkûpêk kirin
Gelek caran gilî û gazîndeyên gel ji dezgehên hukmî te rojevê.Meseleyên
ruþvet û hwd. Pirsgirêkin cidî ne.Her wiha daîreyên fermî kêm kar dikin.
Dereng vedibin û zû tên girtin.Heman kêmasî di tevahîya jiyana kar û xebatan
de heye.Li Kurdistana azad tatîl gelek zêde ne.Saetên karkirinê kêm e.
Divê bo pêþketina Kurdistana azad stratejîyên çewt neye þopanadin.Ji ber ku
bingeh çawa were avêtin wê pêþketin jî bi vê avahî pêk were.