|
ANTALYA
Ji ber zêdebûna pevçûnan û þewitên ev
demeke li daristanên herêmên turîstîk ên Tirkiyeyê û herêmê derdikevin,
Turîst nayén Tirkiye.
Ji ber zêdebûna pevçûnan û þewitên ev demeke li daristanên herêmên
turîstîk ên Tirkiyeyê û herêmê derdikevin, di meha tîrmehê de jî hejmara
turîstan pir kêm bû. Turîzîmvanên li bendebûn ku piþtî qediyana Kupaya
Cîhanê turîst bên Tirkiyeyê bi nehatina turîstan ketin rewþek pir zor.
Aboriya Tirkiyeyê debara xwe ji turîzmê dike, lê ji ber ku îsal tûrîzm
têk çû, kêmdarî carî (carî açik) ji 21 milyar dolarî, derket 47 milyar
dolarî.
Di meha tîrmehê de jî turîst nehatin û hem rewþa aboriya Tirkiyeyê kete
zorê û sektora turîzmê jî ketekete kete qeyranê.
Turîzma Tirkiyeyê ku li bendê bû piþtî qediyana Kupaya Cîhanê hejmara
turîstan zêde bibe, bi rewþek kambaxtir re rû bi rû ma.
Li þûna zêdebûna kêm bû
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di meha tîrmehê
de hejmara turîstan li gorî tebaxa par ji sedî 2.2 kêm bû.
|
Hejmara turîstên ji
hemû welatên Ewropayê tên ji li gorî mehên borî û par kêm bû. Her wiha
ji bilî turîstan jî hejmara biyaniyên tên Tirkiyeyê jî ji sedî di
navbera 2 û 3'yan de guherî.
Di mehên borî de jî hejmar turîstên her sal dihatin Tirkiyeyê pir ketibû
û sedema vê yekê wekî Kupaya Cîhanê hatibû nîþan dayîn. Lê ligel ku
Kupaya Cîhanê qediya jî di tîrmehê de cardin hejmara tûrîstan li þûna
zêde be kêmtir bû.
Qeyran nayê veþartin
Her çiqas turîstvan ji bo ku çavên turîstan netirse, demek dirêj
nehatina turîstan veþartin jî, di hefteyên borî de ji ber ku vê yekê di
veþêrin di navbera komeleyên turîstvanan de jî nîqaþ derketibûn. Niha jî
turîstvan bûne du beþ û aliyek rewþê vedibêje û ji hikûmetê çareseriyê
dixwaze, aliyê din jî ji bo rewþ xambaxtir nebe dixwaze li ser mijarê
nîqaþ neyên kirin.
Promosyon dabûn destpêkirin !
Li gorî daneyên TUÎK'ê yên meha xizîranê wergehên tûrîzmê ji sedî 67
vala mayî bûn û di encama vê yekê hemû wargehan bûhayên xwe daxistibûn û
otelên luks teva bêpere deriyên xwe ji turîstan re vekiribûn.
|
Ji ber ku aboriya
Tirkiyeyê di salên dawî de bi hatiniya turîzmê debara xwe dikir û
kêmdariya carî (carî açik) bi dowîzên ji turîzmê dihat, telafî dikir, ev
rewþ hikûmetê jî pir zêde dixe tengasiyê.
Enflasyon bi reqemên mezin zêdebû
Li gorî daneyên Wezareta Aboriyê par kêmdariya carî ya Tirkiyeyê 21
milyar dolar bûye û ev kêmdarî bi 19 milyar dolarê ji turîzmê hatî
hatiye girtin. Ligel ku îsal kêmdariya carî ya Tirkiyeyê derket 47
milyar dolaran jî dowîzê ji turîzmê çavlirê ye dakeve derdorên 10 milyar
dolarî. Pisporên aboriyê jî balê dikiþînin ser kêmdariya carî û sedema
bilindbûna enflasyonê ya du mehên dawî jî bi vê yekê ve girê didin.
Gelek welatên Ewropayê bangawaziya 'neçin Tirkiyeyê' kiribûn
Li ser teqînên li Tirkiyeyê pêk hatîn û pevçûnên li herêmê ku gelek
kesan di encamê de jiyana xwe ji dest dabûn, di serî de DYA, Fransa,
Almanya, Avusturya, Siwêd, Îngîlîstan û gelek welatên din banga, "Li
Tirkiyeyê pevçûn hene. Neçin vî welatî li hemwelatiyên xwe kiribûn" |