|
Her kes dizane ku milletê kurd di rewþeke taybetî,
nazik û gelek dijwar de derbas dibe. Vaye helbijartinên Iraq di dawiya vê
mehê de cih digrin. Her çend ne sedîsed e ew helbijartin pêkbê jiber gef û
baykot kirina hine grup û partiyên Sunniyan û rewþa xirab û tevlîhev li
Iraqa erebî. Rewþa kurd û ereb li Iraq nuha ewqas cudaye û ji hev dûr e ku
weke þev û roj e, erd û asman e. Kurd vê yekê baþ dizanin û digel vê jî
tiþtek nakin da maksîmal serkeftinan bi dest bixin. Pisyar li vir ew e gelo
ev helbijartinên han wê di xizmeta kurdan de be, yan na? Bi baweriya min Na,
bi kêmî ne bi vî rengê ku kurd ketine helbijartinan. Di van helbijartinan de
kurd wê tenê hukumeta senterî li Bexda bihêz bike, desalat û þeriyetê bide
ereban. Kurd wê hukumetekê bihêz bike ku ne amadeye mafên kurdan bide. Ew
naxwazin kurd weke wan serbilind bijî lê tenê xêr û bereketên Kurdistan
dixwazin, sererd û binerdên wê dixwazin.
Birêz Fewzî Etruþî, yek ji berpirsên PDK ye û ji nizîk ve peywendiyên nav
kurd û ereban diþopîne û ew wan baþ nas dike. Ew di civîneke ser Referandomê
dibêje:- ”Ereb ne amade ne bi Kurdan re di Iraqeke federal de bimînin. Û
dema ku behsa federasyonê dibe canê wan dilerize” Erê ger ereb ne amade be
bi Iraqeke federal digel kurdan bijîn, ew ê çawa be ger kurd behsa
Kurdistaneke serbixwe bike?!! Û çima kurd ewende serê xwe bi kêþe û problema
Iraq û ereban ve diêþîne? Iraq qet pirsgirêkên kurd çareser nake û birînên
me kurdan derman nake. Kurdên baþur dizanin çi dixwazin lê çend mixabin
partiyên kurdî ku serkêþîya baþur dikin, serkêþîya daxwazên kurd nake! Ez
vegerim ser gotinên birêz Etruþî. Ew li cihek din di civîna tevgera
Referandomê li bajarê Bonnê diyar dike û dibêje ku di encama referandumê de
ew gihiþtine wê baweriyê ku li Baþûrê Kurdistanê tu caran Kurd naxwazein
ligel miletê Ereb di Iraqeke nedemokrat de bijîn. Mirov baþ dizane ku ne
Iraq û ne ereb, qet nabin demokrat bi kêmî di perspektîvek diyar de. A wî
demî çima kurd û partiyên wî, delîvên xwe dikujin û wextê xwe bi valayî
derbas dikin ger nebêjim ew xwe û milletê xwe dikujin.
Nuha delîva avakirina Kurdistaneke serbixwe û azad hatiye ber devê kurdan û
ergê ser milê partiyên kurd ewe ku tevger bikin bo vê armanca pîroz.
Partîyên kurdî û hevalgirên wan, advokatiya tirk, faris û ereban dikin û
dibêjin “Kurdistaneke serbixwe xewn e û ku realiteta welat û herêm rê nade
bo pêþveçuneke wilo” û gotinên ji vî rengî. Ew ereban sor dikin û aql didin
wan da mafê kurd nedin, ew hêz û cergê didin ereb û dagirkerên Kurdistan ku
gotina wan raste. Jixwe her kes dizane ku maf nayê dan ew tê stendin! Bila
kurd qet li benda ereb, turk, faris û heya Amrîka jî nebin ku mafê kurd
bidin. Politîk, berjewendî ye û nuha berjewendîya Amrîka bi kurd heye, gelo
çima kurd qazanc ji vê yekê nake?! Û çima kurd nikare xwe bisepîne (ferz
bike) da kêþeya Mosul û Kerkuk çareser bikin? Çima wan hiþt bo pêþerojeka
nediyar? Û çima kurdên Mosul, Kerkuk, Xaniqîn û gelek deverên din nikarin
dengê xwe bidin bo parlaman Kurdistan?
Îro li Iraq dostên Amrîka jibilî kurdan kes nîne û hewcedariya Amrîka bi
kurdan heye û digel hindê ew çi pîte û giringiyê nade kurdan. Ambasadorê
amrîkî li Anqara Erik Edelman dibêje:-“Amrîka û Turkiye weke prinsip li
hevkirina ser Iraqê ku ew bimîne welatekê yekgirtî û jiber hindê jî em dij
pêkvegirêdana bajarê Kerkukê bi herêma autonom ya Kurdistana Iraqê ne û me
statuyeke taybet da wê (Kerkuk s.s.). Çawa ku helbijartin li tevayî Iraqê
heye gereke Kerkuk jî bikeve helbijartinan. Ev e helwêsta hevbeþ e, ya
Amrîka û Turkiye û me ew gotîye Barzanî û Talebanî”. Ev gotinên han hatin
kirin çend rojan piþtî êreþa Amrîka ser Hewlêrê (05/01/2005). Bêgoman wek
her car kurd qet bersiveke tûnd û tûj diayr nake. Ger kurd hevkriya xwe qut
bike digel Amrîka yan kêm bike weke protesto û piþta xwe bi gel û daxwazên
gel ve girêbide, a wî katî Amrîka wê nerxekê bide kurdan û rêz û hurmeta xwe
ji wan re nîþan bide. Nexwe qet tiþtek bi “belê ezbenî” û “belku” nabe!
Li vir pêwistî bi dengê gel heye. Çav û hîmên her gelekê, intelektuel û
ronakbîrên wî ne. Civata bê intelektuel pêþnakeve û pêþketin jî bi rexneyên
aza, zanistî û objektîv dibe. Bi agahdariyên rast û durust dibe. Vekirina
çavên gel ser mafên xwe yên xwezayî wek her milletekê din bi avakirina
dewleta xwe ya azad û serbixwe, karê intelektuelê kurd e. Dengê kurdan hindî
diçe bilind dibe û êdî welatparêzên kurd aþkere daxwaza dewleta xwe ya
serbixwe dikin.
Çima Kurdistaneke serbixwe?
Li jêr hine fakt û rastî derbarê kurd bi giþtî û bi taybetî baþurê welat.
Têde qencî û xalên posetîv xwe didin pêþ û diyar dibe ka çend baþ dibe bo
kurdan ger kurd gavên xurt bavêjin bo Kurdistaneke serbixwe. Mirov dikare
wan wek hincet û argumentasyon jî bikar bîne digel dost û dijminên kurd.
1. Mafê kurdan yê herî xwezayî ye ku çarenusa xwe bi destê xwe diyar bike.
Ev mafê han di paragrafên YN( Yekitiya Netewan) hatiye nivêsîn
2. Kurdistana Serbixwe wê rê bigre ber komkujiya kurdan di pêþerojê de û kes
nikare wisa bi hêsanî kurdan û kultura wan bikuje û jenosid bike
3. Milletê kurd mezintirîn milletê cihane bê dewlet û ev jî bêmafî û
neheqîyek mezin e ser kurdan tê kirin. Kurd nema vê bê dadiyê qebul bikin û
ew dewleta xwe dixwazin
4. Hukumeta Iraqê, sistem û zagonên wê qet mafê kurdan nade. Ew nîv soz û
peymanên bidin kurdan ser kaxez, têra azadiya mirovê kurd nake.
5. Kurd milletekê cudaye ji ereb her wek nijat, ziman, mentalitet û
têgehiþtin û rûdanên li Iraqa ereb diqewimin baþtirîn girov û delîl e bo vê
yekê
6. Nabe em xwe bi Iraqê ve girê bidin. Xem, êþ û derdên me kurdan, Kurdistan
û paþeroja wê ye
7. Problem û kêþa kurd nema bimîne problema navxweyî dewletekê be
8. Dengê kurd û biyanî bilind dibe bo Kurdistaneke serbixwe. Xwendevan û
çavdêrê politikî vê baþ dibîne nexasim di dema dawî de.9. Iraq dewleteke
dagirker û çêkirî ye û ew qet nabe bersiv bo hêvî û daxwazên kurd
10. Iraq qet nabe dewleteke demokrat ku kurd û ereb têde wekhev bijîn. Ev
xewneke absurd e, bila kes serê xwe pêve neêþînin.
11. Yekitîya axa Iraq ne ewqas pîroz e ku xwîna xelkê bêguneh bo wê yekitîyê
bê rijandin. Jiyana bi hev re bi zorê nabe
12. Tevgera referandom wê rêxweþker be bi nêzikî du milyonan (1 732 535) nav
wek tevgereke sivîl û nujen. Teymura Rojhelat, Eriteria, Çekoslovakia û
gelek derên din ku bi awakê aþtiyane cudabûn. Kurd jî dikarin bibin mînak.
13. politîka puk pdk ne di xizmeta kurdan de ye ger her hewl bidin kurdan
bixin zindana bi navê Iraq û yekitiya wê bi awayekê be, biparêzin. Daxwaz û
hêvîya kurdên baþur Kurdistaneke serbixwe û azad e.
Dijatî û dek û dolabên dagirkerên Kurdistan çi dibin bila bibin, ew her çend
sîxur û ajanên kurd û xeynî kurd bide karkirin dij avakirina dewleta kurdî;
Kurdistana serbixwe wê her bê avakirin zû yan dereng. Çavê 50 milyon kurd li
wir e û hêvîya wan bi wî beþê welatê me, mezin e. Ew wê wek bingeh dibînin
bo paþerojeke geþ, azad û serbixwe. Intelektuelê kurd dikare bibe pêþeng,
destek alîker û rêveng di vî warî de. Hêjayî gotinê ye ku hine intelektualên
baþur ji bazinê bêdengiyê û nenerx kirina þaþiyên kesên berpirsiyar û
partîyan; derketine û ew psikolojiya tirs û parastina interesên xwe yên
kesanî þikandine.
Banga me li welatparêzên kurd, intelektuel û pisporên kurd ku berpirsiyarîya
xwe ya dîrokî rakin ser milê xwe. Dem hatîye guherîn, mirovê kurd hatiye
guherîn, rewþa Kurdistan û cihan jî hatiye guherîn û jiber hindê jî pêwiste
ronakbîr, partî û serokên kurd jî duf rewþa taze ya Kurdistan û cihan
tevbigerin û hewlbidin daxwaza milletê kurd bicih bînin. Intelektuelên kurd
gereke bi azayî dij prapaganda, dezinformasyon, derew û ajîtasyonên vala û
bê bingeh derkevin. Jixwe ev yeka han fonksiyona herî bi rumet ya
intelektualên kurd e û rola wan ya durust li vir tê xuya kirin.
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» BIÞÎNE
» BINIVSÎNE
» A
A
Reklam

|