|
Erebên Iraqê û yên
din wek Tirkan li dijî pêþketina Kurdan û Kurdistana azad in.Ji bo çareser
nekirina meseleya Kerkûkê hewlên mezin didin.
Her wiha pisporên sîyasî dîyar dikin ku "Bexda" ji ber hewldanên Kurdan bo
derxistina neftê jî tengezar e.
Herî dawî di þîroveyekê rojnameyekî Emerîkî bi navê Lon Angeles Times de
hatibû dîyar kirin ku ji ber derxistina neftê li baþûrê Kurdistanê hikumeta
Iraqê nerazîye û dibe ku di navbera Hikumeta Iraqê û rêveberîya Kurdistanê
de qeyranek derkeve.
Wek tê zanîn hin grubên Ereb bo rûxandina aramîya li Kurdistana azad jî li
pêy çalakîyên terorîstî ne.Her wiha têkîlîya wan grûban bi rasterast Dewleta
Tirk jî heye.Di rojên dawî de jî bi taybetî li Kerkûkê êrîþên terorîst
zêdetir dibin.
Di cîhana Ereban de jî li dijî Kurdan propagandayek nêyenî tê kirin û qaþo
nasîhatê Kurdan didin ku bila Kurd bawerîya xwe bi Emerîkayê re neynin.Bi vî
avayî eþkereye ku Ereb jî wek Tirkan rastîya Kurd û Kurdistanê tênagihêjin.
Ereb bi giþtî pêþketina Kurdan naxwazin û Kurdan wekî “noker” dibînin.
Yekbûna hikumetên Kurdistanê û pêþketina Kurdan di her waran de nerazîbûna
wan derdoran zêdetir dike.Niha ber îradeya sîyasîya Kurdistana azad de
kêþeya Kerkûkê bi hemû giranîya xwe li benada çareser kirinê ye.Derdorên ku
pêþketina Kurdan naxwazin jî li pêy asteng kirina vê meseleyê ne.Dîyar e ku
çareser kirina pirsgirêka Kerkûkê di di demekî zûtir de, bo Kurdistana azad
mijarekî bingehîn e.
Waliyê Kerkûkê;Hikûmeta Îraqê heta niha tu gavek bo çareserkirina kêþeya
Kerkûkê neavêtiye
Walîyê Kerkûkê Ebdilrehman Mistefa di hevpeyivînekê xwe de bo Kurdistanê Nwê
dîyar kir ku hikûmeta Bexdayê heta niha dest bi asayîkirina rewþa Kerkûkê
nekiriye û di warê aborî de ji wan re arîkar nebûye.
Piþtî hilweþiyana rijêmê hinek ji wezaretên Bexdayî her bi qanûna rijêma
berê kar dikir. Me bêtir ji salekê hewilda li dijî wan biryaran rabiwestin û
em þiyan Kerkûkê ji wan biryaran biparêzin.
Ereb ji serxwebûna Kurdistanê ditirsin
Di nava rêveberîya hikmî ya Kurdistana azad de her çiqas wek gelek welatan
pirsgirêkên navxweyî hebin jî Kurd di riya pêþketin û avadanîyê de ne.Hema
hema tu waran de Kurdistana azad bi Iraqê re girêdayî nîne.Êdî neft jî bi
destê Kurdan li Kurdistana azad tê derxistin.
Kurd niha ji ber rastîyên konjokturel niha ji Iraqê venaqetin.Hê meseleyên
aborî,avadanî,dîplomatîk û pirsa Kerkûkê nehatine çareser kirin.
Erebên Iraqê û bi giþtî cîhana Erebî ji rewþa gelê Kurd nerazîne û pêþketina
Kurdan naxwazin..
Iraq jî wek welatên din yên dagirkerên Kurdistan welatek sunî ye û di nav
Ereban de jî nakokîyên mezin û dîrokî hene.Rewþa baþûrê Kurdistanê bi her
avahî ji Iraqê cûdatir,pêþketî û ewletir e.Ji hikumetê heta medyayê,ji ziman
û çandê heta taximên fitbolê, Kurd ji Ereban ji Iraqê cûdatir in û “dûr”
in.Ger li Iraqê rewþ ber bi xirab bûnê biçe dibe ku Kurd jî bi avayekî
xwezayî ji Iraqê bi temamî veqetin.
Ji ber ku ne mecbûrin ku di nav vê xirecirêde bimînin li baþûrê Kurdistanê
bi her avahî bingeha Dewleteke Kurdî hatiye avakirin û mafê Neteweya Kurd e
ku di vê beþê de ser bingeheke neteweyî ji bo parastin û pêþxistina heyîna
Kurdistanîyatî û hemû hêlên civak,aborî,çand hêza biryar dayînê li Cîhanê ya
gelê Kurd dewletek serbixwe avabikin.
Dewleta Tirk û Erebên þoven li cem hevin
Tirkîye jî li pêy têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanêye. Tirkîye wek 15
salên dawî dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo
pêkanîna vê armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên
qirêj de ne û wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK,
“teror” û bi tiþtên vikuvala dixwazin êrîþî Kurdistana Azad bikin.Ji bo
pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê jî zexta ser gel tê zêde kirin.
Armanca Tirkiyê ew e ku siyaseta xwe ya dijê Kurd û Kurdistanê bi wanê din
jî bide qebûlkirin, ku ew jî ne li dijin. Tirkiye dixwaze bi vê riyê dijê
Kurdan bi erebên Iraqê,bi îslamîstan re, bi cepheya Iran-Suriyê re planekî
dijî dewleta Kurdistanê amade bike.
Siyaseta Tirkiyê hemî ser pêþî lêgirtina damezirandina Dewleta Kurdistanê
hatiye danîn. Armanca wan ya esasî ev e. Û ji wê dakeve ji bo astengiyan ji
Kurdan re derbixin çi ji destê wan tê qet texsîrê nakin.
Tirkîye gelek caran xwest bi hincêta Tirkmenan jî êrîþî Kurdan bikin lê
hilbijartinên li Kerkûkê derxist holê ku Kerkuk bajarekî Kurdîye û angaþtên
Tirkan pûç derketin.
Kerkûk û Neft(enerjî) meseleyên bingehin û kilît in
Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaþtên
vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Rêveberîya
Kurdistanê gelek caran dîyar dike ku derdê neteweya Kurd ne petrole.Petrol
di hemû Kurdistana azad de heye.Her wiha le baþurê Kurdistanê madenên din jî
heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê
de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva
Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke
Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.
Kurd di Kerkûkê de çewsandin,biþaftin,zoradarî û hovîtîyên cûrbecûr re
rûbirû man e.Tehrîbên mezin li ser Kurdistanîyeta vî bajarî hatine kirin.Hin
jî ji %50yê wan tehriban paþve nehatiye vegerandin.Kurd wek mafêkî rewa axa
yê dîrokî dixwazin.
Wekî tê zanîn him serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û him jî rêveberên din ya
Kurdistana Azad gelek caran ser mijarên Kerkûk û nefta Kurdistanê bi
eþkereyî diaxifin û di demên dawî de di hin deverên Kurdistana azad de dest
bi kolandina bîrên neftê hate kirin.
Serokê Kurdistanê derbarê kêþeya Kerkûkê de çend meh berê jî wiha axifî bû;
"Merc nîne ku Kerkûk paytexta Kurdistanê be û reþnivîsa destûra Kurdistanê
de jî kevne û ew pêþnîya re lê ne merce û niha Hewlêr paytexte, lê babeta
Kerkûkê ne tiþtekî hêsa ne û em dest jê bernadin"
Barzanî di axaftina xwe de zelal kiribû ku wekî hemû dewlemendîyên serax û
binaxa Kurdistanê, petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e.
Di dawîya 2005’an de li Qebaruxa nêzî Zaxoyê beþdarî merasima ji xenî
Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kolana bîreka petrolê bûbû
ku ji aliyê kompanya DNO kolan jî tevlî bû bû. Herî dawî jî li teq teqê dest
bi kolandina bîrên neftê hatibû kirin.
Wekî tê zanîn petrol li Cîhanê çavkanîya enerjîyê ya herî girîng e.Bo bi hêz
bûna di nava sîyesata Cîhanê de pêwîsitî bi xwedî bûna çavkanîya enerjîyan
heye.Hikumeta Kurdistanê di bo bikaranînana petrolên Kurdistanê hewlên xwe
zêde dike..
Hemû naveroka beþa
Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa
Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» TOMAR BIKE
» BINIVSÎNE
Reklam

|