|
DLi Iraqê êrîþ û teqîn berdewamin û herî dawî di teqînekî li
Bexdayê de 28 kes mirin.Li Iraqê ew 4 salin ku bi operesyona DYEyê rejîma
Baas hatîye rûxandin û 4 salin her roj bi dehan Iraqî jiyana xwe ji dest
didin û Iraq di her waran de her roj hinek din paþ dikeve.
Baþûrê Kurdistanê ku li vê derê 14 sal berê rêverîya azad ya Kurdistan
hatîye damezirandin û bi hikumet, parlemen û dezgeh û sazîyên xwe li gel
kêmasî û astengîyan be jî pêþdikeve.Di operesyona Emerîka de jî Kurd bi
bergehekî stratejîk û konjokturel di hêla DYE de cîh girtin û ew hevkarî
dîsa di çerçoveya berjewendîyên her dû alîyan de didome.
Kurd ne fermî be jî niha nêzî serxwebûnê ne.14 salin ku Kurd bi zimanê Erebî
naxwînin û naaxifin.Her tiþt bi Kurdî ye.Rêveberî bi her avahî ji Iraqê cûda
ye.Kurdistana azad her roj hinek din ji Iraqê dûr dibe.
Di nava rêveberîya hikmî ya Kurdistana azad de her çiqas wek gelek welatan
pirsgirêkên navxweyî hebin jî Kurdi di riya pêþketin û avadanîyê de ne.Hema
hema tu waran de Kurdistana azad bi Iraqê re girêdayî nîne.Êdî neft jî bi
destê Kurdan li Kurdistana azad tê derxistin.
Kurd niha ji ber rastîyên konjokturel niha ji Iraqê venaqetin.Hê meseleyên
aborî,avadanî,dîplomatîk û pirsa Kerkûkê hin jî nehatine çareser kirin.
Ereb pêþketina Kurdan naxwazin û Kurdan wekî “noker” dibînin
Rastîyeke din jî ewe ku Erebên Iraqê jî ji rewþa gelê Kurd nerazîne û
pêþketina Kurdan naxwazin.Xalkê baþûrê Kurdistanê li gor perçeyên din ya
Kurdistanê kêmtir bi welatê dagirker re entegre bûne heta hêç nebûne.
Iraq jî wek welatên din yên dagirkerên Kurdistan welatek sunî ye û di nav
Ereban de jî nakokîyên mezin û dîrokî hene.
Rewþa dawîyê li Iraqê de careke din derket holê baþûrê Kurdistanê bi her
avahî ji Iraqê cûdatir,pêþketî û ewletir e.
Ji hikmetê heta medyayê,ji ziman û çandê heta taximên fitbolê, Kurd ji
Ereban ji Iraqê cûdatir in û “dûr” in.
Ger li Iraqê rewþ ber bi xirab bûnê biçe dibe ku Kurd jî bi avayekî xwezayî
ji Iraqê bi temamî veqetin.
Ji ber ku ne mecbûrin ku di nav vê xirecirêde bimînin li baþûrê Kurdistanê
bi her avahî bingeha Dewleteke Kurdî hatiye avakirin û mafê Neteweya Kurd e
ku di vê beþê de ser bingeheke neteweyî ji bo parastin û pêþxistina heyîna
Kurdistanîyatî û hemû hêlên civak,aborî,çand hêza biryar dayînê li Cîhanê ya
gelê Kurd dewletek serbixwe avabikin.
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» BIÞÎNE
» BINIVSÎNE
Reklam

|