|
"Qet metirsin le têkoþan,ta ku bigên be armancman.
Ew kesey le mirdin tirsan ne kerwanî xebat ce man."
Çi xweþ gotine birêyên me yên baþurî.Belê, niþtimanê ême disa ber diranên
xwînxwarên de ye.Gelê Kurdistana Azad bi hemû hezên xwe bi xebatên
dîplomatîk,bi hewlên medyaya Kurdistana Azad,bi riya dezgehên Dewleta
Federal A Kurdistan,bi daxûyanîyên wek Br.Mesûd BARZANÎ, li dijî çavsorên ku
dijminahî yên xwe li beramberî destkeftên neteweya Kurd li Kurdistana
Azadi,bi her avahî nîþan didin,bê tirsîn têdikoþin.Neteweya Kurd bi têkoþina
xwe ya dûr û dirêj li Kurdistana Baþûr niha ber bi derîya serxwebûnê
hatin.Kurdistana Baþur û bi tevahî hemû gelê Kurd bo wan rojan zêde zêde
berdêl da.Niha di serî de Dewleta Tirk û hêzên din ên dîyar bo serneketine
Kurdan hewlek mezin didin.Tirkîyê mafê serxwebûnî tenê bo Neteweya Kurd ne
rewa dibîne û tehdîdên tund li gelê Kurd dike.Li gel vê yekê bo 50-60 hezar
Tirkmen an jî Tirkên Qibrisî û bo berjewendiyên xwe yên stratejîk qiyametê
radike.
Kurdistan divê Serbixwe be,ji ber ku -bi kurtasî-;
- Berdawamîya û pêþketina þaristanîya Kurd,
- Bo gelê Kurd jiyanek baþ û biewle
- Bo parastina dîrok,nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminên wek Tirkan
- Bo pêþketina Kurdan di warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî
û hwd. de
- Bo pêþketina çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind bûna
standartên jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurd di "Kurdistaneke
Serbixwe" de ye.
Daxwaza Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav kirin.Gelekî bê dewlet
mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê nake.Her wiha netewperestîyek
maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê
Kurd e. Dewleta Tirk angaþt dike Kurd ku Kerkûk ne bajarekî Kurdîye,eþkereye
ku Dewleta Tirk ji ber heman sedeman vê angaþta bêbingeh dike. Bajarê
Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaþtên
vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Derdê
neteweya Kurd ne petrole.Petrol di hemû Kurdistana Baþur de heye.Her wiha le
baþurê Kurdistanê madenên din jî heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin
rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê
sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza
1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê
Kurdistanê ye. Kerkûk di wan belge û xalan de diyar dibe ku bajarekê
Kurdistanê ye;
- Ewliya Çelebîya Tirkan di "Seyahatname" ya xwe de diyar dike ku "Kurdistan
ji wilayetên wek Erzurum,Wan, Diyarbekir,Cizire,Ciziri ibn Ömer,Ýmadiye,
Musul(Kerkûk jî girêdayê vê wilayetê ye),Þarezor û Ardelan pêk tê.
- Þemseddîn Samî ku yekem zanînnameya Tirkan nivîsandiye,di derbarê Kerkûkê
de wiha dibêje;"Kerkûk ,li bajarê Kurdistanê Musilê de ye û 160 km dûrî
Mûsilê ye.Û berdewamîya nivîsa xwe ya ser Mûsilê de Kurdistanî bûna Kerkûkê
dûpat dikê
- Di belgeyên Osmanîyan de Kerkûk wek bajareke Kurdî dihat binav kirin.
- Hin nexþeyên dîrokî û biyanîyan de jî Kerkûk di nav sînorên Kurdistanê de
dihat nîþan dan.
- Di hêjmartinên 1922 û 1924 de li beramberî 494007 Kurd hejmara Ereban bi
qasê
166941 bû.
- Bi hemû hewlên Erebandinê bajarê Kerkûkê di hêjmartina giþtîya 1957 de
nifûsa Kerkûkê ji %52 Kurdan,ji %26 Ereban û ji sedî 19 Tirmenan pêk dihat.
- Di hilbijatinên 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %70 deng girtin ku di nav
wan dengan de hin Kurdên ji Kerkûkê hatibû sirgûn kirin tune bû.
Li beramberî hewlên Tirkan û yên din em çi dikin;
Li gel hewldanên ku Kurdên Kurdistana Azad dikin di jor de hatibû destnîþan
kirin Kurdên perçeyên din bê dengin bi taybetî jî Kurdistana Bakur.Dewleta
Tirk her roj rayadarên Kurdistana Azad bi tundî tehdîd dike,car caran bi
dagirkirina Kurdistana Baþur jî tîne ser zimên.Medyaya tirk heqeretên bi
hercûreyî li Kurdan dike.Faþist û wawikên Tirkan li dijî Kurdan çalakîyan li
dar dixin,kifiran li Kurdan dikin.Sembolên,rûmetên,wêneyên serokên Kurdan
diþewtînin,tehdidên bi her rengî dikin.Kurd cima bêdengin li hember
þewitandina wêneyê Mesûd BARZANÎ!... Li beramberî vê yekê Amed ku ji layê
her derdorî wekî "Navenda Kurdan" dihat binav kirin îro bê denge.Bêdengîyek
kûr... Batman bê denge,Þirnex bê deng e,Wan bê deng e,Merdîn bê denge,Riha
bê denge,mixabin Mehabad jî bê denge,Sine jî Kirmanþah jî...
ÇIMA?
Li Kurdistana Baþur ne serbixwe be jî dewletek heye,bi dehan organên
media,Hikumeta Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi
dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî)
heye.Gelê Kurd di hemû perçeyan de bo serxwebuna Kurdistanê þehîd daye,xwîna
vî hatiye rijandin,xwîn rijandîye,xebat kirîye,berxwedaye lê Serxwebuna xwe
ji ber sedemên curbecur destnexistîye lê îro çareserîya tenê ya hemû keþêyên
Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêþketina
çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî KURDISTANA AZAD
heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêþketin ya hemû gelê Kurd
e.Beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.Parastina
Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û
neteweyî ye.Kurdên ku li pêy tiþtên çopikî û bêwate de diherin di nav
sernewqiyek mezin de ne.Kurdên Kurdistana Bakur ber bi TIRKBUNEKE DEMOKRATIK
û HEMWELATI BUNEKE EKOLOLOJÎK-AZAD re bêdeng bêdeng dimeþin.Tirkbûn bûyê
bingeha stratejîya wan.Êdî wisa bûye ku di hemû dezghên xwe de tehemmula
axaftina zimanê Kurdî jî nakin.Televizyona wan jî heman polîtîka da dimeþe
ango ROJ TV wek neynika wan e.Xebatkarekê ROJ TV Mahmûd ONDER bi xwe eþkere
dike ku "li her derê televizyonê tirkî tê axaftin" û diyar dike ku "ez
dikarim hinek jî pêde biçim bêjim, ne tenê tê axaftin, ``hewl tê dayin, ku
tirkî were axaftin.” " hemû dezgehên wê rexistinê de heman tiþt heye.Ev yek
jî nîþana polîtîkaya wan e.Jixwe ji holê rakirina zimanê Kurdî tê wateya ji
holê rabuna vê gelê ye. Ger ziman wenda be, nîn be hiþyarî,raman, têgihîþtin
,rexne, dîrok, rabirdû, dahatû wateya heyîne namîne.
Bêþik mijara zimanê û rûdanên girêdayê wan meselayan mijarên
nivîsekê dinin lê ev xal jî ber çavane ku xwedî derketina Kurdistana
Azad,Kerkûka paytext û wd. di vê alî de,hiþmendîya xwedî derketina zimanê
Kurdî tune dikin û bihujîna rastin û gelemperî ji layê wan tê cêbece
kirin.Bi daxawa beþekî mezin ji Kurdan bi serhiþkî tevdigerin û rastîyê
nabînin ku li Tirkiyeyê Kurd ne ”alt-kîmlik” in ne jî Turkiyeyî bûn “ust
kîmlik “e. Salan berê PKK li Kurdistana Baþûr de li KUKê an jî hêzên din yên
Kurdî çi dikir,stratejîya PKK çawa bû niha jî hevþêweye.A niha girseyekî
mezin ji Kurdan li pêy polîtîkayên dijeyatî kirina Serxwebûna
Kurdistan,pêþketinên li Kurdistana Azad,dubendî xistina di nav hiþ ramanên
gel û yekîtî û hiþmendiya Netewîya Kurdî,heqeret kirina serok û rêveberên
Kurd , xepandin û veþartina rastîyên dîrokî ji gel û xelet agahdar kirin û
ewiqandina bi tiþtên vikûvala(Bi vê avahî lawaz kirina têkoþîna serxwebûn û
pêþketina Milletê Kurd) û þaþ qenalize kirina Gelê Kurd de dimeþin.Erka
Kurdên ku li pêy wan politikayan de nameþin û rastiyan têdigêhêjin hiþyar û
îqna kirina Kurdên din in.Helwesta Tirkiye pirr zelale.Listika ala û bilind
bûna rengê þovenistî li Tirkîye derxistiye holê ku dijminê Kurdan ne tenê
dewleta Tirkîyeye her wiha girseyeê mezin ji Tirkan e jî.Di xwepeþandanên bo
piþtgirîya ala tirk de bi sloganên”Tirkîye Tirk e,Ewê Tirk bimîn e” jî xuya
bû ku bo Gelê Kurd çareserîyek tenê heye,ew jî Kurdistaneke Serbixwe ye.Di
meselaya ala tirkan de jî Dehapîyan û serokên þaredarîyên Dehap î daxûya
kirin ku ew jî girêdayî vê ala ne.Xwedîye vê alê jî di dehan sal xwîna
Kurdan rijandî ye.Ango rewþ bi giþtî wisa ye.
Lê hin jî ne derenge Gelê Kurd divê bê derengî bi bîr û boçûnên neteweyî û
bi nêrîneke xwebawer dest bi xebatan bike.
Mesela;
- Di zûtirîn kat de divê partî,sazî,dezgeh,hêz,tevger,platform,navend bi
giþtî Kurdên ku ne li pêy wan sernewqiyan de ne, bernameya netewî amade
bikin,partî û sazîyên ku derwey siyaseta TIRKIYEYI BÛN ê ne divê werin cem
hev û hêzên xwe yek bikin.Stratejîya neteweyîya Kurdî saz kirin.
- Bo Kurdistana Bakûr divê Konseyeka Neteweyî were damezirandin.Wê konsey
divê bi Kurdistana Azad re jî têkîlîyên xurt dayine.
- Kurdên ku li diaspara dijîn dikarin rolek mezin bileyzin.Dewletên ku lê
dijîn karin a çalakîyan li darxin,bi rêvebirên wan dewletan re hevdîdinan
pêk bînin û diplomasî û dezenfermasyon pêkbînin.
- Her wiha her Kurdek dikare bi serê xwe jî bixwebite.Nikare be hêç tiþtek
jî bike,dikare e-name yan li NY,PE,sazîyên navnetewî,organên medyaya cîhanê
û Tirkîyeyê re biþînin mafdar bûna gelê Kurd bînin ziman û piþtgirî
bixwazin,
- Bo diplomasîyê bi Kurdî,Tirkî,Engilizî û bi zimanên din divê malparan
werin çêkirin.
- Divê piþtgirî bidin tevgera referandûma li Kurdistana Azad re piþtgirî
bidin.Ger gelê Kurd bi referandumekî bi riya NY bê pêkanîn serxwebuna xwe
-wek Teymura Rojhelat,Eriteria,Çekoslovakia û gelek welatên din ku bi awakê
aþtiyane serxwebunên xwe bi dest xisti ji Iraqê cûda bibe.
Edî divê Kurd jî rastîya sîyaseta cihanê baþ fambikin,dev ji sîyaseta
kevneþopî berdin.Ger Neteweya Kurd vê delfeta mezin jî wenda bike þit lê
tuneye ku xeterên pir mezin ewê li ber dahatuya Kurdan derkeve holê.
Bila mirovê Kurd ji bîr neke ku hêzên ku angaþata "Êdî ne dema dewletên
serbixwe ye,cihan global buye û ji ber wê jî pêdivî dewletekê re nîne" dikin
herî pir girêdayê ramana dewletên neteweyî ne.Kî dew ji Dewleta xwe ya
serbixwe û netewî berda-berdide,herin ji Fransiyan bipirsin,ji Elmanan,ji
Emerîkîyan ku li her derê ziman û ala wan heye,ji Îtalîyan,ji Ereban,ji
Japonan,ji Îspanîyan,ji Ingîlîzan,ji Tirkan,ji Farisan,ji Rûsan bipirsin
bêgûman bi tûndî,devên bi peroþ û xozî bersiva NA bidin.Çima 50 milyon bêjin
ÊRE.
Tirkên ku li Enqere li dijî kurdan çalakî çêdikirin ji devên wan dirûþma
"Emê dibe ku þevekî de werin(Ango îhtîmla darbeya leþkerî tuwanc dikirin)"
diqîrîyan.Edî dem hatiye ku Kurd jî bibên "Emê dibe ku þevekî de SERXWEBÛNê
îlan bikin".
Pêk anîna hiþa neteweyî ya Kurdî,modernîze kirina civaka Kurdî,pêk anîna
hiþmendîya dîrokî ya Kurdî heta çareserkirina kêþeyên civaka Kurd dikeve ser
milê rêvebir,rewþenbir, nivîskar,berpirsên medya,pisporên siyasî,kesên
hizirdar,bîrewer ku pergala cihanê têgihîþtine û inteluktuelên Kurd.Bê
serbixwe bûyîna Kurdistan ne mimkune ku hin kêþeyên girîng were çareserkirin
û peþxistina zimanê Kurdî,wêjeya Kurdî,medyaya Kurdî bi wan re girêdayîye.Bo
rizgar kirina Kurdistan divê bizûtneweya rizgarîya Kurd xwedî sîyasetek
Kurdistanî be.Bergehek eqilane divê bo helsengandin û nirxandina xeterên ber
siberoj(dahatû) û berdewamîya heyîna Kurd.An ew hiþmendî di gelê Kurd de pêk
were an jî pêþberî milletê Kurd rojên reþbînane ewê derkeve peþberî dahatûya
Kurd.Hêz û rêxistinî û kesên bakurî! Qet metirsin le têkoþan,ta ku bigên
be armancman.
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» BIÞÎNE
» BINIVSÎNE
Reklam

|