|
|
|
1
|
Kurdistan,Ayînde,Hêz,Perwerde,Þahî Her Tiþt Bi Her Avahî Hilberîn û Pêþketin
di Aborî,Civak,Bajarvanî KEWÇÊRA 2005ê |
|
||
|
ZIMANÊ KURDÎ I WÊJE Û WEÞANGERÎYA
KURDÎ I KURDISTAN ONLINE PORTAL IMEDYAYA KURDÎ çavkanî agahi
nuçe e-name þahi
listik |
ÎNÊ,
PÊÞKETINÊN NÛ: REWÞA HEWAYÊ: AGAHDARÎ:ROJEV: JI HKMG: JI WEBA KURDÎ JI MEDYAYA KURDÎ: NIVÎSEK NÛ JI SERHAD B.RÊNAS: ZINDÎ GALERÎYA WÊNEYAN: |
||
|
Înternet,Qada hêrî
hêsan bo pêþketina Kurdistan û Kurdî ZIMANÊ KURDÎ Zimanê
Kurdî di roja me de li Rojhilata Navîn û Asyaya Nêzik de zimanê 4’emîn ku
herî zêde tê axaftin û Cihanê de di nav 30
zimanên sereke de cih dih digre li gor pîvanên wekî rêjeya axaftinê,bikaranînê
di amûrên medyayê de,mejûya danîna berhemên pêþîn yên nivîskî. Weku hemû
zimanên dewlemend û þareza zimanê kurdî jî ji kurahîya mejûyê peyda bûye û bi
bingeh û basûtê xwe ya bihêz xwe gihandîye roja me ya îroyîn.Zimanê Kurdî ku
rabirdûya wan berîya hezaran salan dayanýr.Ji serdema Hurrîyan li serdema
Medan ve wek Zimanê Avesta(Zimanê Med-Medya) hatiye û gelek gonaxan derbas
buye û gihiþtiyê serdema me. Zimanê
Kurdî di nav Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî de cih digre.Di nav vê malbatê de
di þaxe Îranê de ye.Lê em dikarin zimanên Kurdî,Farsî,Afganî,Peþtunî wek
gruba zimanê Kurdî bi nav bikin.Pêywendiya Zimanê Kurdî û Farsî ku ji yek
rehê hatine,heman tekîlî û manendî di zimanên ji Zimanê Latinî hatine wek
Spanyolî,Îtalyanî,Frensî de jî heye.Her wiha hin dane hene ku nîþana kevnbûna
zimanê Kurdî ji Farsî nîþan didin. Îro
Zimanê Kurdî Iraqa Federal de duyemîn zimanê fermî û Kurdistana Azad(baþûr)
de jî yekemîn zimanê fermîye.Li Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî heta
zaningehê,li dezgehên fermî,di
ji hev
nivîsînên fermî de,hemû sazîyên Dewleta Federal a Kurdistanê de zimanê Kurdî
tê bikaranîn.Bi sedan kovar,bi dehan rojname,bi sedan pirtûk,albûm û hwd. bi
Kurdî derdikeve.Di alavên ragihandinê pêþketi û qadên fermî,dadî hwd. de
Kurdî li Dewleta Federal a Kurdistanê giranîya xwe roj bi roj zêdetir dike. Li
Îranê Zimanê Kurdî bi avayekî fermî tê nasîn jî di pêvajoya pêkanînê de
astengî tê derxistin.Li Sûrîyê hemû pêþketin bi saya hewlên xalkê Kurdistana
Rojava pêk tê tiþte ku dewleta Sûrîye daye nîne.Li Tirkîyebi têkoþîna Gelê
Kurd kêm be jî zimanê Kurdî di riya
“naskirinê” de ye. Ev
xal jî heye ku divê neyê ji bîrkirin
bo ku zimanê Kurdî di Cihanê de bigêhêje niqteya herî bilind û bo berdewamî û
pêþketina xwe biparêze divê Kurdî bi taybetî di qada zanist û teknolojîyê de
divê were bikaranîn.Di çerçoveyê de di Kurdî de nivîsandina
zanistê,bikaranîna Kurdî di qada akademîk de,bi kurtasî qadên wek
wêje,sînema,mûzik,þano,hûner ango bingeha bûyîngên zimanekê pêk tîne bêhêncet
û bêmerc divê zimanê Kurdî were bikaranîn.Ger zimanê Kurdî,aska ku wek zimanên Frensî,Elmanî,Italyanî,Japonî a
gihîþtine,negihêje em nikarin bibêjin ku xetera ser Zimanê Kurdî edî nîne. BO ZIMANÊ KURDÎ LÎNK WÊJE Û WEÞANGERÎYA
KURDÎ
Hin navên ku di
navbera salên 800 û 1800an de Edebiyata Klasik a Kurdî de berhem dane wiha
dikarin rêz bikin; Bassamî Kurdî(800),Behlûlê Mahî(800?..),Pîr
Þarîar(900?..),Gilanî(900?..),,Baba Qeyserê Hewramî,Baba Sirincê Kelatî,Baba
Gecekê Hewramî(942-1006), Dayê Tewrêza Hewramî(950?) ,Fatme
Xanim,,Þaxweþîn(923-1055) ,Alî Teremokî(1000-1056) ,Ibn Wehþiye(1000),Elî
Herirî(1010-1077),Þêx Adî (1073-1162?),Nizamî Ganjewî(1176),Þêx Îsa Berzencî(1353),Melaya
Cizirî (Sedsala 12an An jî 1407-1481?),Feqîye Teyran(1302-1375? An jî 1564-1562),Melayê Batê1414-1490?),Ehmedê
Xanî(1651-1707),Îsamîlê Beyazidî(Xamil) (1660),Siyah Pûþ,Þêxê Babeþîr,
(1737-1785), Wedayî(1790-1850) ,Evdirrehmanê Axtepî(Derdora 1800),
Nalî(1800-1856) Ji vana belkî ser
Kurdan herî zêde bibandor bûye Ehmedê Xanî (1651-1707) ku berhema wî
yê bi navûndeng û giranbuha Mem û Zîn ve tê nasîn.Ehmedê Xanî 350 sal berê
xwedî hiþmendiye neteweyî bûye hin Kurdên
ku îro jî nikarin vê hêstiyarî nîþan bidin.Li gel Ehmedê Xanî navên wek Feqiyê Teyran, Melayê
Cizîrî,Pirêmerd,Nizamî,Melayê Batê û hin navên din jî morên xwe li Edebiyata
klasik a Kurdî xistine. Edebiyata
Modern a Kurdî li Kurdistana Baþur her çiqas ji salên 1900an de berhem dida
jî pêþketin û zêde bûna berheman piþtî 1970an pêk tê.Piþtî 1991ê azad bûna
Kurdistana Baþûr û di perçeyên din de jî bilindbûna hiþa neteweyî bi xwe re
zêdebûna lêzahîya pêþketina Wêjeya
Kurdî jî anî. Di
rojame de hin navên helbestan û nivîskarên ji Kurdistana Azad,perçeyên din ên
Kurdistan û Ewrûpa wiha dikarin rêz bikin. Mehmed
Uzun,HelîmYusiv,Þêko Bêkes, Ereb Þamilov,Hesenê Metê ,Mahmut
Baksi,Cegerxwin,Mahmud Lewendî,Xelil Duhokî,Elî Mahmûd,Xebat Arêf,Murad
Ciwan,Sîrwa Ezîz,Hecî Cefer,Mamo Jemo,Zinarê Xemo,Zekî Seyda,Musa Anter,Rojen
Barnas,Dilawer Zeraq,Firat Cewerî,Arjen Arî,Siraç Bilgin,Dîary Qeredaxî,Sebrî
Silê,Hesen Qizilci,Mem Bawer,vanî,Abdullah Nureddîn,Celalî,Salah Hussin
Hama,Qedrîcan,Nureddîn Zaza,CanKurd,Aram Raþid,Xalid Faraj,Kakþar
Oremar,Mehmet Bayrak,Osman Sebrî,Qenatê Kurdo,Cemþid Bender,Torî,Evdila
Pêþew,Celilê Celîl,Perwîz Cihanî…Navên ku li vir de hatine rêz kirin tenê hin
mînakin gelek nivîkar,lêkolînvan û helbestavên giranbûha hene ku navê wan
nehatiya nivîsandin. Li
Kurdistana Azad û perçeyên din de bi dehan weþanxaneyên Kurdî heye.Rêjeya
çapkirina pirtûkên Kurdî li gor zimanên Cihanî re muqayese bikin hêjmar gelek
kêm e. Bi
giþti di 4 perçeyêde –ji %60-70 li Kurdistana Azad de ye- her sal derdora
1500 pirtûk tê çapkirin.Ger ev hejmar ser 30.000an derkeve encax dikarin
bibêjin ku xeter rabûye.Kêmasîyek
girîng jî kêmbûna an jî nebûna
wergerên berhemên zanistî,teknolojî,akademîk,perwerdehî ye. Li
Kurdistana Bakûr heta salên 1980î kêm pirtûk hatine çap kirin.Piþtî salên
1990î hilberîn û xerîdarî ya pirtûkên Kurdî de zêdebûneke giþtî pêk
hatiye.Weþangerîya li Kurdistana Bakûr ji ber sedemên wek; -Rewþa
Siyasiya Kurdistana Bakûr -Nebûna
perwedeya bi zimanê Kurdî -Xwedî
derneketina Zimanê Kurdî ji bal Kurdan
ve -Nebûn
û neafirandina Hiþmendîya Neteweyî çapkirin
û kirîna pirtûkên Kurdî pirr hindek e.Her wiha gelemperî Weþanxaneyên Kurdî
xwedî stratejîya frotinê nînin.Bo pêkanîna bazarêk neteweyî rêveberîya navendî
pêwstê ev yek li Kurdan de astengeg din e. Ji Çar Perçeya
Kurdistanê Navên Hin Weþanxaneyên Kurdî Avesta,
Belge, Pêri, Fýrat, Doz, Çýma, Koral, Beybûn, Melsa, Bajar,Çarçýra,Weþanên
Welat, Weþanên Jiyana Rewþen, Deng, Scala, Weþanên Enstitüya Kurdi, Komal,
Nûbihar, Berfin-Kora, Pelê Sor,Metis-Akyüz,Bajar, Belge,Sara,Dengê Kurdýstan,
Mem,Weþanên M,Weþanên Apec BO ZIMANÊ KURDÎ LÎNK ELFEBEYA KURDÎ Di
mejûyê de zimanê Kurdî elfebeyên cûda hatiye nûsîn. Elfebeyên sereke ku di
zimanê Kurdî de de hatine bikaranîn û hê jî tê bikaranîn. -Elfebeya Dewra Medan(Nivîsa bizmar):
Ji aliyê Medan ve hatiye bikaranîn. -Elfebeya Aramî: Hin belgeyên ku bi vê
elfebeyê di sala 88 B.Z de hatinê nivîsandin. -Elfebeya Avesta: Pirtûka pîroz ya ola
Zerduþî de vê elfebe jatiye bikaranîn. -Elfebeya Pelewîya Kevn: Bi vê
elfebeyê pirtûka Sorani Dinkard hatiye
nivîsandin. -Elfebeya Masi: Li agahîka ku Ibn
Wehþiye di pirtûka xwe ya sala 855 de nivîsandiye diyar dike ku bi vê
elfebeye 3 pirtûkê Kurdî dîtiye. -Elfebeya Kurdên Êzidî: Pirtûkên piroz
yên Ezidîyan Kitêbê Cilwe,Misfeha Reþ bi vê elfebeye hatiye nivîsandin. -Elfebeya Kurdî ku ji tîpên Kîrîlî pêk
hatiyê: Kurdên ku li xakên Sovyeta berê de dijîn bikartînin(Salên dawîn
de êdî wekî berê nayê bikaranîn). -Elfebeya Kurdî ku ji tîpên Erebî pêk
hatiyê: Kurdên Kurdistana Azad û Kurdistana Rojhilat bikartînin. -Elfebeya Kurdî ya Latinî: Elfebeya ku
Kurdên Kurdistana Bakur,Kurdistana Rojava,Ewrûpa û Rûsaya bikartînin û
elfebeya hevbeþ a pêþarojê ye. Bo
nimûne elefebeya ku di çapekî pirtûkê pîroz yê Ezîdîyan Kitêbê Cilwe de
hatiye bikaranîn wekî elfebeya Ereb nivîsandina wî ji rast ber bi çep lê cûda
û cihêreng bû. Disa
hin gelên cûda wekî Sûryanî û Ermaniyan di rabirdû de bi elfebeyên xwe yên
neteweyî gelek pirtûkên Kurdî nivîsandin e.Piþtî ku ola Îsalam bi darê zorê
Kurdan re hat pejirandin,wek civakên din yê Misiliman Kurd jî elfebeya Erebî
bi bi mecbûrî derbasî elfebeya Erebî bûn.Ev rewþ ku egera bêsiûdî û dabeþbûna
ziman bû heta salên 1930’î berdewam kir. Xwendin
û nivîsandina zimanê Kurdî ji ber
helwestên zorbarî û bi yasayên ji mirovahîyê der hatibû qedexe kirin ketibû
asta herî kêm.Tenê "feqî" û "mela" yên ku di medreseyan
de perwerdeya olî bi zimanê Kurdî girtibûn istisnaya vê yekê bûn.Berhemên Kurdî
yên kevn ku bi vê elfebeyê hatibû nivîsandin
feqî û melayan ve ji ber ku elfebeya Erebî dizanî bûn hat parastin.Lê
ji ber perçe bûna Kurdistanê,nebûna elfebeyekî standart û nabûna delfeta
perwerdeya Kurdî, nifþên Kurd ji delfeta xwendina YANSIMAYA BÝRÝKÝMa bi sedal salan berhemên nivîskî yên Kurdî bêpar man.Di vê
çerçoveyê de pira di navbera nifþên û nifþên berê de hat rûxandin ji ber ku
Komara Tirk xwendin û nivîsandina Kurdî qedexe kiribû.Ji nifþên nû lêkolînvanên
wêrek jî ji ber ku elfebeya Erebî nizanîbûn berhemên Melayê Cizirî,Ehmedê
Xanî,Elî Heriri,Feqiya Teyran ku hemû dewlemendiya zimanê Kurdî diparêzin
nikarîbûn bixwînin. Zimanzanên Kurd bo, ji holê rakirina kêþeya
elfebe cara yekem 1918’an de dest bi xebatê kirin ku hin vê demêde Komara Tirknehatibû
damezirandin û Tirk derbasî lefebeya latinî nebûbûn.Lê temamkirin û
bikaranîna elfebeya latinîya Kurdî sala 1932’ê de pêk tê.Cara yekem di sala
1918’de ji aliyê elfebeya latini pirtûka bi navê Elîfba Kurdî ku aliyê Mîr
Celadet Elî Bedirxan(1893-1951) ve hatibû nivîsandin de hat bikaranîn.Di wan
salan de li Baþurê Kurdistanê hewldanên Xelîl Xeyalî û Tewfiq Wehbi hêvîyên
Bedirxan mezin kiribû.Kovara Jîn ku di vê demê de li Kurdistana Bakur dihat
weþandin ji yekem hejmara xwe û pêve li beramberî rexneyên tund dihat.Çinkî
gelek tîp ji dervey wateya xwe ya rastîn dihat bikaranîn û ji derdorên zimên
û xwendevanan rexneyên tund dihat.Rêveberên kovarê jî wiha bersiv dida ”Ka em
çi bikin,zimanekî arî encax bi elfebeyekê samî wiha tê nûsîn”(). Piþtre jî elfebeya
latini di kovara ku ji aliye Celaled Elî Bedirxan ve hat derxisin de-ev kovar
kovara Hawar(1932-1944) bû- jî hat bikaranîn.Bi vê avahî zimanê Kurdî bi
taybetî Kurmancî derbasî elfebeya latinî kiribû.Kurdistana Baþur û Rojhilat
ji ber ku dewletên ku wan perçeyên Kurdistanê dagirkirine elfebeya wan a
fermî elfebeya Erebîye,elfebeya latinî re entegre nebûn. Di
dema me de di Kurdistana Bakur,Kurdistana Baþur-Rojava,Ewrûpa û Rûsya(li gel
elfebeya Kirîlî) elefebeya Latinî,li Kurdistana Baþur û Kurdistana Rojhilat
de elfebeya Erebî tê bikaranîn.Kurdistana Baþur de televizyonan û hin kovarên
Kurdî,hin malperên înternetê û hin pirtûkên
Kurdî ku tên çap kirin de elfebeya Latinî tê bikaranîn û xebatên bi vî
rengî jî zêde dibin.Lê zimanê ku,zimanê 40-45 mîlyon mirovan be elfebeyek
yekgirtî yê vî zimanê nebe.Ev jî malkambaxîya me ya Kurdane. Bo pêkhatina yêkîtîyê
dizimanê Kurdî de hewceye ku Kurdistana Azad bi temamî derbasî elfebeya
latinî be.Bo vê yekê jî divê Hikumeta Kurdistanê,Parlemena Kurdistanê û hemû
dezgehên têkîldar dest bi xebatê bikin.Di Konferanseke mezin û girseyî a
zimanê Kurdî ku ji layê Dewleta Federal a Kurdistan û akademîyên li
Kurdistana Azad were çêkirinde biryara derbas bûna elfebeya latinî were
girtin.Divê ev konferans bi tevlîbûna ji her perçeyên Kurdistanê hemû kes û
sazîyên pêwen were li dar xistin.Her wiha bo zaravayên Kurdî jî çareserîya
herî baþ yekxistina rêzimana pêþketiya Kurmancîya Jor û Kurmancîya Jêr di
gelek waran de standatize bûye ye.Bi vî avahî him zimanekê standart pêk were him
jî ji BIRIKIMA xxwe qut nebe.Bi xebatekî girseyî û xurt dema derbasî bûne jî
bi hêsanî bê hiladskuhkjhkjh. MEDYAYA
KURDÎ Wekî
tê zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala 1898 an
de derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi weþanê kirîye.22 ya
Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin û li
Kurdistana Baþûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegerîya Kurdî”
tê qebûl kirin.Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegerîya
Kurdî di sirgunê de derdikeve holê.Rojnameya Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet
Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin. .Piþtî Miqdad Mîdhet Bedirxan
birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weþandina wê kir.Rojnameya Kurdistan
piþtî Qahîre li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin.Hejmarê dawîya Rojname
Kurdistan (no: 30-31) 14 adar di sala 1902 yê derket.Destpêbûna rojnamegerîya
Kurdî li gorî ciranên me -wek Tirkan- pirr dereng nîne.Belam Medyaya Kurdî ji
ber astengî û berbestîyên bêdawî bi qasê cîranên me bilêz pêþneketîye. Ji
vê demê pêve bi sedan kovar û rojname li grî delfetan rolên xwe belavkirina
bîrûbawerîyên peþketinxwaz û çandî û neteweyî de lîstin.Kovarên wek Gelawêj û
Hawar jî mînakên herî ya vê yekê bû.Di sala 1932'an de li þamê kovara bi
navûdeng Hawar dest bi weþanê
kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka
Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi
weþanê kiribû.Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat
cêbecekirin.Kovara Gêlawêj jî di demê xwe de bi rastî jî stêra geþa
rojnamegerîya kurdî bû. Bi
dûv dehan sal XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin
jî bi navê K.TV-DUHOK weþan dike,
televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bû.MED TV
ku li derwey Kurdistanê hatibû damezirandin yekemîn televîzyona Kurdî bû ku
netewî,satalaytî-navneteweyî weþan dikir Rewþa
mediyaya Kurdîya îroyîn astekî baþde ye.Lê hin jî pirsgirîkên wekî dezgeh
bun,profesyonelî,kêm buyîna reklam û rewþa aborîya dijwar,meseleya elfeba,ji
xeynî Kurdistana baþur astengên dewletên dagirkerên Kurdistanê,keþeya
partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî
û hwd... berdewamin.Keþêyek din jî meselaya sîyasîye.organên mediyaya
Kurdî girêdayê partîyane.Li cîhanê jî %100 media ne sebixweye.Helbet ev
tiþteke xwezayîye.Lê dive rojnamegerîya Kurdî xwe nêzî serxwebunê re
bikþîne.Divê çapamenîya Kurdî Kurdperwerî,niþtimanperwerî,demokratîk,modern,profesyonel
bûn,rast bûn,sirûþthezî,rizgarî û pêþketina Kurdistan û berjewendîya gelê
Kurd wekî esas bipejirîne. Îro
piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname weþanê dikin.Ji
vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad weþan dikin rojnameyên rojana ne.Li
Kurdistana Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li
Kurdistana Azad ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon
bi navê Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi avayekî satalaytî
weþanên xwe didomînin yên din jî bi þêweyekî cigayî-hêremî weþan dikin.Biqasî
wan jî radyo li Kurdistana Azad weþanên xwe berdewam dikin.Her wiha li
Kurdistana Azad bi navê Pêyamnêr Ajansa
Dengûbasên Kurdî sala 2005an de bi avayekî fermî dest bi weþanê xwe kir.Her
wiha li Ewrûpayê jî 3 televizyonê satalaytî heye.Her wiha ser înternetê ji
her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper heye ku di medyaya Kurdî ya
Înteraktif-Online de cih digrin.Ji ber ku înternet cihêkî azade,erzane û
sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê
baþ.Em rewþa Cihanê jî bidin ber çavan ku edî medyaya elektronîk her roj
girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîk
derdikeve holê.Ger înternet hin zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra
medyaya Kurdî cûdatir be him jî têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de
û pêþetina rewþa politik a Kurdistanê jî zêdetirîn be. Zimanê
Kurdî li gor delfetan cihê xwe hêdî hêdî di teknolojî de digre.Ji xeynî
sedan(heta hezaran) malperên Kurdî, îro ÝÞLETÝM SÝSTEMÝ jî bo zimanê Kurdî
tên wegerandin. .Eksplorera(explorer) bi navê OPERA ku li cîhanê de pir tê
bikaranîn jî bi kurdî hate amade kirin û malpera fermî ya Operayê de hat
weþandin.Ji xeynî opera bernameyên malpersazî,eksplorerê,sohbetê(wek
skype),ferhengên elektronîk,girafik-wênesazî û bernameyên ofîsê tên
wergerandin. Televizyonên Kurdî ku
ser Satalayt û Internetê weþan dikin. Kurdistan
TV www.kurdistan.tv - www.kurdistantv.net/com KURDsat
TV www.kurdsat.tv ZAGROS
TV ROJAVA
TV www.rojava.com Seher
TV www.sehertv.com
Me
TV www.metv.com
Roj
TV www.roj.tv Kürt
Ýnternet Televizyonlarý KNN
TV www.knntv.net ÊZÎDÎ
TV www.ezidi.ru Televizyonên Kurdî ku
ser dayendeyên bejayî weþan dikin. GULAN
TV,XAK TV,PERWERDE TV,TELEVÝZYONÎ GELÎ KURDÝSTAN,PUK TV,S TV,U TV,KCP
TV,KTV,KTV-DUHOK... Hin Radyoyên Kurdî ku
Ser Satalayt, weþan dikin. Dengi
Geli Kurdistan,Kurdistan Radio,Dengi Kurdistan 2,Newa Kurd Radio,Dengê
Mezopotamya,Radyo Kurdistana Rojava Hin Radyoyên Kurdî
ser Internet û bi þêweya bejayî weþan dikin. Radyo
Dengê Aþitî,Radio VOA[Beþa Kurdî],Radyo Gulan,Xak FM,Radyo Azadî,Radyo Aþitî,Radyo
Nûjen,Radyo ERF[Beþa Kurdî],Hawar Radyo,Dengî Kurdistanî Rojhilat,Radyo
Komaleh,Radyo Zeyale,Radyo SBS[Beþa Kurdî],Radyoya ÎRAN[Beþa Kurdî],Radyo
MULTÎ-KULTÎ [Beþa Kurdî],Radyo Rêbir,Kurd Hits Radio Hin Rojnameyên Kurdî. Xebat(Kurdistana
Azad) www.xebat.net Kurdistanî
Nwê(Kurdistana Azad) www.pukmedia.org Peyama
Kurd(Ewropa) www.peyama-kurd.com
Hawlatî(Kurdistana
Azad) www.hawlati.com Evro(Kurdistana
Azad) www.eduhok.com
Mîdya(Kurdistana
Azad) www.ydnk.com Emro(Kurdistana
Azad) www.amroo.com Aso(Kurdistana
Azad) www.xandan.com Alay
Azadî(Kurdistana Azad) www.ktp.nu Dema
Nû(Kurdistana Bakur) www.demanu.com.tr A.Welat(Kurdistana
Bakur) www.azadiyawelat.com
Agirî
(Kurdistana Rojhilat) www.kurdistanmedia.com/Kurmanci/kurmanci.php Kurdistan(Kurdistana
Rojhilat) www.kurdistanmedia.com
Rojhilat(Kurdistana
Rojhilat) Deng
(Kurdistana Rojava www.deng.wz.cz
Hin Kovararên Kurdî Kurdistana Azad Nûbûn
,Xewn,Gulan,Raman,
Sîxurme
,Vejîn,
Þîrove,
Lalêþ
, Zanko
, Hengaw
,Têkist,
R.Kurdistanî,Wire,Rewan,
Kolare, ZengûBeng
,Sibaî , Ranîya ,Yasa,Haþteûheþt,P.Mirovayatî,Kenarî,Kurdistanî
Î. Vajeh,Pêþeng,Baneroj, Gulan, J.Nwê,Karwan,Xak,Peyv,
Duhok,Metîn,Serweran,Zianawa,Nuserî
Kurd,Peyam,Medeniyat,Rebaz,Zeng,Piþkko,Ronahî,
Hetwan,Serdem,Silêmanî,Rayan,Kange,Rojî
Gel Mehabad,Basere,Papûle………. Li
Kurdistana Azad nêzî 400 kovar derdikeve. Kurdistana Bakur Deng ,KeWar ,Serbestî-Tr,Kovara W,Nubîn ,Kürt Solu
,Gula Tamara ,Dem ,Kulîlka Ciwan ,Dergûþ,Çirusk, Tûrik(Qerfî),Zembîlfiroþ, Zend,Tîroj,Tîgrîs
,Esmer ,Vate
,Nûbihar ,Mizgîn,Kevan Kurdistana Rojhilat Þoreþ,Aso,Tiþk,Awêna,K.
Lawan ,K.
Jinan ,Mehabad ,Zebar ,Ruwange Li Ewopa û ser înternetê Birnebûn,
Roja
Nû ,K.
Veger ,Dugir ,D.Ezîdîyan,Jiyanewe
,Kurdistan
H.,Pênus
,Qendîl
,Roþ
Baþ,Zevî,Gazing,Rabûn,Zanîn,Dengê
Bakur,Armanc ,D.Mezluma,Arþiva Nudem,
Mehname,Nirxandin,Þujin
,Êvar
Baþ,Helbestvan,Arþiva
Nivîs Hin portalên
Nûçe-Dengûbasî Kurdî PEYAMNÊR-Kd-Eng-Te-Erb www.peyamner.com HAWAR
DENGÛBAS-Kd www.hawardengubas.tk KERKUK
KURDISTANe-Kd www.kerkuk-kurdistan.com NEFEL-Kd www.nefel.com GELAWÊJ-Kd-Tr www.gelawej.org RIZGARÎ
ONLINE-Kd www.rizgari.com AVESTAKURD-Kd www.avestakurd.net NASNAME
ONLINE-Tr-Kd www.nasname.com NETKURD
www.netkurd.com ROJNAME.COM-Kd www.rojname.com WELATPARÊZ-Kd-Tr www.welatparez.com AMUDE-Kd www.amude.com KURD
MEDIA-Eng-Kd www.kurdmedia.com KURDISTAN
OBSERVER-Eng www.kurdistanobserver.com DENGÊ
KURDISTAN-Kd www.kurdistan.nu NEWROZ.COM
- JIYANA NÛ-Kd-Tr
www.newroz.com XOYBUN-Kd www.xoybun.com NIVÎSKAR-Kd
www.niviskar.com DENGÊ
KURDISTAN(VOK)-Kd www.vok1.com KURDINFO-Kd
www.kurdinfo.com TEFÞO.COM-Kd(Qerfî) www.tefso.com TIRBÊSIPÎ http://tirbespi.com/kurdi/kurd.htm
EFRÎN.NET-Kd www.efrin.com KOBANÎ.NET-Kd
www.kobani.net KURDISTAN
MEDIA-Kd www.kurdistanmedia.org KDN-KURDISTAN
DAILY NEWS-Kd www.kurdistandailynews.com DENGÊ
KURD-Kd
www.dengekurd.com KURDISTAN-POST-Tr-Kd www.kurdistan-post.com KURDISTAN
MEDYA-Kd www.kurdistanmedia.com HABERKURD-Kd-Tr www.haberkurd.com MALAME-Tr-Kd
www.malame.com REWÞEN-NUÇEYÊN
ÇANDÎ,HUNERÎ,REWÞENBIRÎ-Kd www.thr-kurd.tk GERDÛN-NUÇEYÊN
ÇANDÎ,HUNERÎ,REWÞENBIRÎ-Kd www.gerdun.com ROJAME-Kd
www.rojame.com KERKUK-INFORMATION-KURDNEWS-Eng- www.kurdistan.tk KURDISTAN
NEWSLINE-Eng www.puk.org NIVÎSKAR-Kd
www.niviskar.com ROJEV-Kd
www.rojev.com ÛRMÎYE.COM-Kd
www.urmiye.com KURDISTAN
FORUM NUÇE-Kd http://kurdish.kurdistanforum.com KURDMCSE,NUÇEYÊN
KOMPÎTER Û TEKNOLOJÎ-Kd www.kurdmcse.com KURDISTANNET.COM-Kd
(Bi tîpên erebî) www.kurdistannet.org KURDISTAN
POST-Kd (Bi tîpên erebî) www.kurdistanpost.com KURD
TIMES-Kd (Bi tîpên erebî) www.kurdtimes.com/index.htm KURDISTAN
NEWS-Kd (Bi tîpên erebî) www.kurdstannews.com KURDISTAN
SITE-Kd (Bi tîpên erebî) www.kurdistansite.com KURDISTAN
MONÎTOR-Kd (Bi tîp. erebî) www.kurdistanmonitor.net KURDAWAY-Kd
(Bi tîpên erebî) www.geocities.com/hawar15/links.html
Hin Portalên Kurdî GOOGLE-KURDISH
http://directory.google.com/Top/World/Kurdish DMOZ-KURDÎ-Kurdish
World Web Directory http://www.kurdishworld.com KURDISHPOINT.COM E-KURD
http://www.ekurd.net KURDISTAN-NET
http://www.kurdistan-net.com KURDISTANNET.NET
http://www.kurdistannet.net KURDISTAN
http://www.kurdistan.dk ROJNAME
http://www.rojname.com KURD-LAND
http://www.kurdland.com KURDISH
PORTAL http://www.kurdish.com DUHOK.NET http://www.duhok.net WEB-KURD
http://www.webkurd.com/ 4
KURDISTAN http://www.4kurdistan.com/ BAXAWAN
PORTAL http://www.bakhawan.com/ E-KURDISTAN
http://www.ekurdistan.net KURDISTAN
MONITOR http://www.kurdistanmonitor.com KURD.COM
http://www.kurd.com ZAXO.NET
http://www.zaxo.net TÎREJ
http://www.tirej.com KURDAYETÎ http://www.kurdayeti.net KURDISH-WEB
http://www.kurdish-web.com/ KURDISTAN
LIFE http://www.kurdistanlife.cjb.net KNN
http://www.knn.u-net.com/index.htm KURD
CITY http://www.kurdcity.com/
VIVA
KURDISTAN http://www.vivakurdistan.com KURDISTANICOM
http://www.kurdayeti.net/Kurdistanicom-2.htm KURD
ONLINE http://www.kurdonline.com aka-KURDISTAN
http://www.akakurdistan.com/ KURDISTAN
WEB RESOURCES http://www-personal.usyd.edu.au/~rdemirb1/PUBLIC/ KURD
Û KURDISTAN http://www.xs4all.nl/~tank/kurdish/htdocs/facts/ Hin bernameyên
kompîterê bi Zimanê Kurdî-Bernamesazîya Kurdî WÎNDOWSA
KURDÎ http://www.windowsakurdi.com
KURDISH
LINUX http://www.linux-ku.com OPERA
EXPLORER SKYP
KURDISH MÛZÎKA KURDÎ
Çavkanîya
gelêrî-dîrokîya Mûzika Kurdî Dengbêjin.Hêmanên
bingehîn a Muzîka Kurdî Dengbêj,Stranbêj,Lawikbêj
ve Çîrokbêjan e.Dengbêj xwedî hiþ û
dengekî bihêzin. Her
wiha ji ber ku li erdnîgarîya Kurdistanê her tim digerin pêkanîna hiþmendîya
netweyî de rolekî girîng leystine.Ji Kurdistanê bi hezaran dengbêj derketîye.
Evdalê Zeynikê ku di sedsala 17an jiyaye,Selim Slêman,Kawis
Axa,Meyremxan,Hesen Cizrevî,Qerebetê Xaco,Îsa Berwarî jî hin dengbejên ku cara pêþî tê hiþa mirov. Rewþa
Muzika Kurdî ku di serdemên navîn,nû mijareke lêkolîneke.Niha tenê nêrinek
giþtî ser Muzika Kurdî kirin. Di
Muzika Kurdî de keþêya herî girîng nebûna pêþesazîya Mûzika Kurdî ye.Arîþeyek
din jî ku vê arîþe hemû mijaren diyar dibe ji nebûyîna dewleekî navendî û
serbixwe ya Kurdistanê ye.Ji ber wan pisgirêkan riheke hevbaþ a Mûzika Kurdî
pêk naye.Meselyek din ku zirarê dide Mûzika Kurdî ,wergerandin û talankirina
bir sedan klam û stanên Kurdî ye.Çi heyfe ku, gelek caran ev talan bi destê
Kurdan tê çêkirin. Radyoyên
Bexda,Tehran û Êrîvan pêþketina Mûzika Kurdî de rolekî girîng leystine. Mihemed
Arif Cizrevî,Meyrêmxan,Hesen Cizrewî,Hesen Zîrek Aram Tigran,Þakiro,Qerebetê
Xaco,Eyþê Þan û gelek navên din bi wan radyoyan dengên xwe gihandine
guhdarvanên Kurd. Di
Muzika Kurdi de herî zêde di þêweyên mûzika gelêrî a Kurdî,mûzaka gelerî
aKurdî yê modernizekirî, modern(pop-rock-cazz-pop folk,etno-rock…) û þêweya
Dengbejî deberheman tê hilberandin.Kurd hilberîna xwe ya muzikal bi
hûnermendên Þakiro, Mehemed Þêxo, Tehsin Taha, Qarabete Xaço, Seid Yusuf
,Seid Hesen,Hesen Zîrek hatiye roja îro edî karine ku perisînin binesazîyake
modern.Îro Mûzika Kurdî xwedî hunermendên wek Ciwan Haco û Þivan Perwer ku di
qada navneteweyîde bi navûdengin. Di
demên dawî Muzika Kurdî bi hevrastê Mûzika Cihanî xebatên modernize kirî tên
kirin -ku divê wisa be-. Ceribandinên
pêþîn yê mûzika modern a Kurdî ji hin dordorên kevneperest ve bi tûndî hat
rexne kirin jî pêwistîya vê yekê hêdî hêdî hat têgihîþtin. Xebat
û hilberîna di dengbejî û Mûzika Gelêrîya Kurdî de divê were piþtgirî kirin heta,xebatên
bi vê þêweyî ne bi dengekî xirab li gorî standartên(yekgirtîyên) sounda
Cihanî divê bêne pêkanîn.Divê cûdahîya Mûzika Kurdî jî ji mûzikên din li
Cihanê bûne “hît” ev be.Divê hilberîna mûzika Kurdî ji rehê xwe qut nebe.Tenê
bi vê avahî mayîndeyî tê pêk anîn û rê li ber bêesilkirinê tê girtin.Her weha
asêyîya ku mûzika Tirkî û hin mûzikên milletên din ketine ewê mûzika Kurdî
rizgar be.Ger mûzik ji çavkanîya xwe sûdmend be û geþ be bi vî rengî dikare
hêmanên mayîndeyî û biwespî bixûnife. Lê
belê wateya bêesiLirinê ne dijî derketina mûzika modern e.Hemû awa û þêweyên
ku di mûzikên Cihanê de tê bikaranîn di mûzika Kurdî de jî beyî ku dejenere
bikin divê were bikaranîn.Her Kurdekî ne divêtbare ku mûzika gelêrî a Kurdî
hez bike.Divê mûzika gelêrî a Kurdî were çêkirin,were parastin,were
pêþxistin,were teþvîq kirin,were dorfirehkirin lê raste ku herkesî re were
ferz kirin.Ger ciwanekî Kurd biwaze mûzika rock guhdarî bike divê ev bikaribe
ku bi zimanê xwe vê þawayî guhdarî bike.Di mûzika Kurdî de divê rock jî, cazz
jî,ragge jî,blues jî,hip-hop jî,punk jî,disco jî ango hemû þêweyan were
pêþxisitin.Li vir de xala girîng qeliteya mûzika ku tê îcra kirin e. Li þûna
zalveyê divê pêþxistin were esas girtin.Ando di mûzika Kurdî de rock çêkirin
ev rock li gor pîvanên mûzika Kurdî be. Di
mûzika modern a Kurdî de rola Ciwan Haco dîrokîye.Têr neke jî îro bi saya
riya ku Ciwan Haco vekirîye,gelek albûmên bi awayên
rock,pop-folk,pop,ent-cazz û hwd. ketiye nav arþiva mûzika Kurdî.Ger derbarê
yekem pêþengên mûzika Kurdî behs bikin.Divê navê Koma Wetan,T….,Abbas
Ahmed,Koma Dengê Azadî,Koma Aþitî jî ji bîr nekin.Di salên dawî bi þêweya
hip-hopê jî hin berhemên Kurdî derketin(Kesên ku dixwazin ji vê malperê hin
mînak guhdarî bikin http://www.kurdishhiphop.ch) Rewþa
hilberîna mûzika Kurdî ya îroyîn ne ewqas geþ e.Di mûzika gelêrîya Kurdî
xwedî zerengîya(kapasîte) çêkirin û kirînê hebe jî bi giþtî di gelek awayan
de xebatênbê qelîte ber guhdarvanên Kurd tê danîn.Mixabin Kurdistana Azad ku
di gelek waran de erka xwe ya peþengîyê pêk tîne di warê mûzika Kurdî de
nikarîye bike.Em dibînin ku li Kurdistana Bakur xebatên biwesp heye lê li gel
vê yekê bazara mûzika Kurdî ku bere derdora %20an bû niha ketiyê derdora
%5an.Li gel vê xebatên bêqelite û bêpûte jî zêde bikin qambaxîya rewþê
derdikeve holê. Her wiha gûhdarvanên Kurd ne tenê ji ber bêhiþmendi û
bêhîsîyên xwe berê xwe didin mûzikên bi zimanên din,li gel vê yekê
dernexistina alternafên baþ ji aliyê mûzisyen û mûzikçêkerên Kurd dibe egera
vê yekê. Li
Kurdistana Azad li gorî Kurdistana Bakûr û perçeyên din hilberîna mûzika
Kurdî gelek zêdeye lê piranîya wan berheman sed mixabin ne hêjayî
guhdarkirinê ne.Heman bêwespî di klibên ku Kurdistan Azad de tê kiþandin de
jî heye.Tiþtê ku mirov pirr eciz dike ewe him bi taybetî li Kurdistana
Azad,him jî li Kurdistan Bakûr û li Ewrûpa mercên afirandinê hemû imkanan
heye lê gelek hûnermend diçin li Stenbolê albûmên xwe tomar dikin.Ev yek bo
Kurdan cihê þermezarîek mezin e.Ev rewþ nîþanî dûrbûna ji nirxên sincî û
netewî a hin hûnermên û produktorên Kurd nîþan dide.Îro ev navend diviya bû
ne Stenbol Hewlêr û Amed bûya.Mûzika Kurdî ku çerxa berjewendî û dêkûdolaban
a Unkapanî de were afirandin bila tu kes pêþketin ji mûzika Kurdî hêvî neke. Li
gel hemû nêyînîyan her sal bi sedan albumên Kurdî cihên xwe di arþiva mûzika
Kurdî de digrin.Xebatên biqelite û biwesf ji aliyê guhdarvanan tê xwedî
derketin mînakên wekî Ciwan Haco,Þivan Perwer,Koma Dengê Azadi ,Koma Çar
Newa, Zekerya, Leyla Feriqî,Niüfer Akbal nîþana vê yekê ne. Hin Malperên Girêdayî
Mûzika Kurdî Ji Çar Perçeyê
Kurdistanê Hin Þirketên Muzika Kurdî Çar-Çira
Mûzîk(Kurdistana Azad), Þevîn Co.(Kurdistana Azad),Kom Mûzik(Kurdistana
Bakûr),Ses Plak(Kurdistana Bakûr),Aydin Plak(Kurdistana Bakûr),Çagdaþ
Mûzik(Kurdistana Bakûr),Ciwan Produsiyon(Kurdistana Bakûr), Aþanlar
Mûzik(Kurdistana Bakûr),Mazlum Mûzik(Kurdistana Bakûr) SÎNEMA
Û ÞANOYA KURDÎ Bingehên
Sînemaya Kurdî bi filmên Zerê û
Kurd-Êzdî di salên 1920’î de (li gor agahdarîya ku Rohat Alakom daye) li
Ermenîstanê hatibû kiþandin û filmên ku bi derhênerîya Emil Ludwing di salên
1930’î disa li Ermenîstanê kiþandibû navê filman "Selahaddin",
"Mem û Zîn", "Xanî Dimdim" û "Siyabendê
Selîwan" destanên Kurdî re hatiye avêtin .Ji ber nebûna bazarakê
netewî-azad û ji ber astengîyên aborî û sîyasî Kurd di qada sînemayê de gelek
paþ de man.Di vê navbera dirêj de di
qada sînemayê de hin xebat pêk hatibin jî bi awayekî ciddî û profesynel di
sala 1992’an de bi filma Nizamettin Ariç bi navê "Kilamek Ji Bo
Beko" Sînemaya Kurdî çavên xwe li Dinyayê vekir.Bi filmên ku piþtre hat
kiþandin jî sînemaya Kurdî dest bi çaplûkî çûnê kir.Di salên dawî de bi rastî
ji pêþketinên erênî pêkhat.Bi taybetî
azadîya li Baþurê Kurdistanê û mercên ku hat guherandin,pêþketina Medyaya
Kurdî,li dar xistina festivalên filmên Kurdî,derketina derhênerên Kurd ku
xwedî perspektîf,serkeftina filmên Kurdî ku di festivalên navneteweyî de
bidestxistin,bi hezaran çîrokên ku dîrok û coxrafyaya Kurdistan dihewîne ku
bo sinemaya Kurdî pêþerojeke ronal pêþkeþ dike û xalên din bo rabûna ser
pêyan a Sinemaya Kurdî faktorên girîngin. Filmên
metraja dirêj ku di salên dawîn de hatine kiþandin –li Kurdistana
Azad,Kurdistana Rojhilat,Kurdistana Bakur û Ewrûpa- wek RÊ(YOL) -Yilmaz Güney, MEM Û ZÎN (1991) Umit Elçi, SÎYABEND U XECÊ (1993) Sahin
Gok,REWÎTÎYA BÊ DENG (1994) Ibrahim Selman,
RÊWÎTÎYA BER BI ROJÊ (GÜNEÞE YOLCULUK) (1997) Yeþim Ustaoðlu, BIJÎ BUK
U RIZGARÎYA KURDISTANÊ (1997) Hiner
Saleem, ZAROKÊ NEDIPÊYVÎ (1996), EM HER TIM KOÇBERIN (1998), Kazim Öz, BA DÊ
LI SER ME BIGIRÎ (1999) Abbas Kiarostami, TEXTÊ REÞ (Kurdistana Rojhilat)
(2000) Samira Maxalbaf, DENGÊ ERDÎ, DÊMA HÊSPAN SERXWÊÞ (Kurdistana
Rojhilat) (2001) Behmen Qubadî, JÎYAN
(2001) (Kurdistana Azad) Jano
Rojbeyani, FOTOGRAF (2001) (Kurdistana Bakûr) Kazým Oz, AWAZA DAYIKA
NIÞTIMAN (2002) (Kurdistana Azad)
Behmen Qubadî, QEWDEK GIYA (2003)
(Kurdistana Azad) Roland Suso Richter,Kursî Jî Dikarin Bifirin (Kurdistana Azad) (2005) Behmen Qubadî Filmên
metraja kurt ku di salên dawîn de hatine kiþandin HENASEYEK BO TO Mele Resûlî (Kurdistana Azad) (2004), RONAKÎ
BO ÊME (Kurdistana Azad),
ROJNAME (Kurdistana Azad), SATALAYT
(Kurdistana Rojhilat) , TELEFON
Hüseyin Ahmed Mihamed (Kurdistana Azad-Kerkûk), ZIRAN,AX (Kurdistana
Bakûr) (1999),LEÞKERÊN ÞIKESTÎ Batin
Qubadî (Kurdistana Rojhilat),CENG (Kurdistana Rojhilat), XWARINA ÇIYAYÊ SOR Û bi sedan filmên metraja dirêj û metraja
kin(hejmara filmên metraja kin hin zêdetir e) dikarin mînak bên dayîn. Li Kurdistana Rojhilat û Bakur hejmara filmên ku
tê weþandin roj bi roj zêdertir dibe.Bi taybetî li Kurdistana Rojhilat her
sal bi dehan filmên metraja kurt tên kiþandin.Pêþketina sinemaya Kurdî li
Rojhilatê Kurdistanê de bandora perspektîfa sinemayê ku di sinemaya Îranê de
pêk hatiye heye.Li baþurê Kurdistanê festival û xebatên ku bi piþgirîya ku
Hikumeta Kurdistanê tên kirin hejmara filmên ku tên kiþandin jî zêde
kir.Piraniya wan filman ne di asta Cihanî de be jî ji nav van derhênerên wek Bahman
Qubadî,Hinêr Salim ispat kirin ku sinemaya Kurdî dikare ciranên Kurdan
ku dîroka sinemaya wan 70 saliye jî
derbas bike. Li Bakurê
Kurdistanê ser navê têgihîþtina “zimanê sinemayê nîne” ramaneke bi xeter e.Hûner her çiqas gerdûnî
be jî huner nasnameya xwe bi ziman û çanda vê milletê bi dest dixe. Gelek caran niqaþeke bêwate ku “Sinemaya Kurdî
heye an na” tê kirin.Ger ewqas film hatine kiþandin ,ewqas derhêner xwe wekî
derhÊnerÊ Kurd Û filmên xwe jî wek filmên Kurdî bi nav dikin û gele serkeftinên mezin jî bidest dixin
bêwateyîya niqaþa sinemaya Kurdî heye an na jî derdikeve holê.Filmekê zimanê
ku tê bikaranîn Kurdî be,derhênerê vê filmê Kurd be an j….î ev film filmekê
Kurdî. Her
ji çi be nav Kurdan de kesên xwe pir jîr û "welatparêz" dibînin û
her tiþtî de xwe wekî navend û pispor nîþan didin heye û ger mirovek ji wan
re bipirse;Gelo tu derbarê weþangerîya Kurdî de çi difikirî?Bersiva wan
amadeye;Çi! Ma weþangerîya Kurdî tuneye divê em xwe nexepînin.Yan jî di
derbarê Weþangerîya Kurdî,Wêjeya Kurdî,Sinemaya Kurdî,Muzîka Kurdî,zimanê
Kurdî de jî heman tiþt dibêjin"Em xwe nexepînin rewþa me gelek xirabe,
tiþtên han hin ne pêk hatine"...Bi bersivên xwe kesayatîyên xwe yê eciz
jî niþan didin ku her wiha ewqas korin ku pêþketina behît
ku di van 13 salan de pêkhatiye nabînin.Þiroveyên wisa bêþit
têvkariyek nade pêþketina ziman,weþangerî,sînema,medya û hwd. ên Kurdî. Geþedana þanoya Kurdî
ji sînemaya Kurdî cûdatir bûye.Ji ber ku afirandina delfetên maddî li gor
sînemayê hin hêsantir û cewaztir e.Bingehên þanoya Kurdîya îroyîna di
destpêka salên 1900î de hatiye danan.Yekem berhemên þanoya Kurdî li stanbolê
û rojhilatê Kurdistanê derketine holê.1930î bi taybetî li rojhilatê
Kurdistanê ji aliyê wek kesên Mîr Seyfedîn, Teqîxanê Raber, Simayîl
Þakirî þanoyên Kurdî hatine avakirin û listikên Kurdî hatine nîþandan. Ads links PERWERDEYA
KURDÎ Û REWÞA AKADEMÎK Wekî
min berê jî dest nîþan kiribûm, li Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî
heta zaningehê,li dezgehên fermî,di ji hev nivîsînên fermî de,hemû sazîyên Dewleta Federal a
Kurdistanê de zimanê Kurdî tê bikaranîn Li
Kurdistana Azad Zankoya
Selahhaddîn-Hewlêr http://www.salun.org Zankoya Silêmanî http://www.univsul.com Zankoya Duhok http://www.uni-dohuk.net Zankoya Koyê û Zankoya Kerkûk Bi
giþtî 5 zaningeh(zanko) heye ku bi giranî zimanî Kurdî perdewerde tê dayîn.Li
Kurditana Rojhilat jî Zankoya Kermanþah(http://www.kums.ac.ir/index.htm)
û Zankoya Kurdistan de zimanê
Kurdî bi fermî tê bikaranîn.Hewlên Hikumeta Kurdistan her roj bo pêþketina
perwerdeyê ser hîmên neteweyî û nûjen zêdetir dibe û dezgeh û rexistinên di
vê qadê de zêdetir dibin. Li
Kurdistana Azad dezgeheke girîng bi navê Korî
Zanyarî Kurdistan ku bo pêþketina zanist,ziman,çanda kurdî hatiye
damezirandin û wek akademîyên AKADEMÎYA KURDÎ YA KAWA (http://www.hevgirtin.com) û gelek
rexistin,yêkîtî û dezgeheên akademîk hene û gav bi gav zêdetir jî dibin. Mixabin
xalkê Kurdistana Bakur ji vê mafê herî rewa bêparin.Lêbelê Deweleta Tirk bi
du-sê qursên bi pere dixwaze Gelê Kurd bixapîne. Li Ewrûpa û
Kurdistana Bakûr bo fêrbûna zimanê Kurdî pirtûkên wek; Pirtûkê ABC bi Wêneyan 1,Pirtûkê ABC bi Wêneyan 2,Pirtûkê ABC bi Wêneyan 3,Xwendin Ronahî ye 1,Binêre, Binivîsîne, Birengîne, Gencîneya Peyvan 1 : Tebayên Kedî, Tebayên
Kovî, Tebayên Dirinde ,Gencîneya Peyvan 2 : Tebayên Avî, Tebayên
Binavî, Kurm û Kêz, Çûçik û BalindeGencîneya Peyvan 3 : Mêwe û Sebze, Gencîneya Peyvan 4 : Endamên Bedenê,Xewna
Shîlanê (Kurteçîrok), Kurmê Çavbirçî (Kurteçîrok), Beqokê Dilawêr Zoto 1
(Kurteçîrok) (resh/spî),Beqokê Dilawêr Zoto 2 (Kurteçîrok) (rengîn) ,Zimanê
mine taybetî 1 û Kasetek,Zimanê minê taybetî 2 û Kasetek,Pirtûka Hîndarîyan
(Zimanê minê taybetî 2), Zimanê minê taybetî 3,þêr, mih û gur,Ker û heft
gur,Rovîyê terîqut,Þêr û rovî,Çûk û pîre,Rovî û zembîl,Çîroka Bizê,Pirtûkê
Wênan bi ABC 1, Pirtûkê Wênan bi ABC 2 Li ser înternetê di
serî de http://www.geocities.com/mamawlla/ û gelek malper din ku ser vê mijarê hatine
avakirin heye. Di
qada akademîk de jî di tevahîya Cihanê de yek li Kurdistana Azad yek jî li
Kurdistana Bakur bi giþtî 8 Enstituya Kurdî heye. Enstîtuya
Kurdî ya Amedê Enstîtuya
Kurdî ya Stanbolê
http://www.kurdishinstitute.org Enstîtuya
Kurdî ya Brukselê
http://www.kurdishinstitute.be Enstîtuya
Kurdî ya Parisê
http://www.institutkurde.org Enstîtuya
Kurdî ya Washingtonê
http://www.kurd.org Enstîtuya
Kurdî ya Berlînê
http://members.aol.com/kurdins Enstîtuya
Kurdistan ya Tehranê
http://www.kurdistanir.com/index.asp Enstîtuya
Kurdî ya Swedê
http://www.kurdit.se/kurdinst/index.html Amadekara
Gotarê SERHAD
B.RÊNAS |
|||
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Hemû Mafên vê malperê ya HKMG ye. | ©Copyright 2005
Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved | Pêywendî
| Advertise with us
| Terms & Conditions |
||||||
|
©Ev Dezgeha Hawar Group e. Hemû Mafên Wî Parastîye. All Rights Reserved
hkmg.tk Bo Agahî Girtina Derbarê vê
xizmetêde. |
|
|
|
Ev Xizmeteke e. |
||
Copyright 2005 HKMG Limited. All
times AEST : Hemû kat (GMT + 10).
Mafê wêneyan ya HKMGyê ye.
This site works best
with:Herî baþ bi IE6+ 1024x768 piksel dixebite