Wêjeya Klasîk a Kurdî

                                                       

wejeuziman.com                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                     Weþana Wêje û Zimanê Kurdî

 

 

              

GOTAR Û LÊKOLÎN

WÊJEYA KLASÎK

WÊJEYA NÛJEN

HELBESTÊN KURDÎ

ÇÎROKÊN KURDÎ

ROMANA KURDÎ

BIJÊW

GOTINÊN PÊÞÎYAN

NAVÊNKURDÎ

PIRTÛKXANE

E-Pirtûk

GIRÊDAN

Wêþanxaneyên Kurdî

Weþanên Wêjeya Kurdî

Ferhengên Kurdî

Çavkanîyên Kurdî

NAVDANK

TÊKÎLÎ

 

 

                                                                                                                   

Mele Ehmedê Namî


Kurtejiyana Mele Ehmedê Namî


Bi reþkirina hin rûpelên bêzar, em ne desthilatê ronîkirin û berçavkirina pileya rewþenbîriya Namî ne. Lê em xwe, bivê nevê, derbarî danasîna kurtejiyana wî dibînin.

Hozanê Kurd, Cegerxwînê nemir, di dîwana Pirîsk û Pêtî de pesnê Namî di helbesteke xwe de bi vî rengî dide:

Namî, me ji nameya te zanî

Seyda yî ji bo melayê Xanî

Belê, Namî navnîþanê torevaniyê bû, ko mele Ehmedê kurê Mehmûdê kurê Evdulla li xwe kiribû û nivîsandinên xwe bi vî navî dixemilandin. Di jiyanê de jî bi navê mele Ehmedê Namî dihat naskirin.

Mele Ehmedê Namî di sala 1906 an de li gundê Erbetê, qeza Nisêbînê çavên xwe li cîhanê bel kiribûn, û ji sînga diya xwe Xedra Firþik bûbû. Namî destnivîsek bi navê Çiko li bîr im li þûn xwe hiþtiye. Gelek bîranînên xwe di vê destnivîsê de diraxe. Wilo jî li ser kurtejiyana xwe radiweste. Tê de dibêje:

Di sala 1906 de, heyva gulanê li gundê Erbetê hatim dinyayê. Pênc pêhisiyên min li wî gundî agadar bûne. Ango, bi bîna gul û sosinan, bi dengê þalûl û bilbilan, bi dîtina roja jîndaran, bi hingivtina (destdana) berê dayikeke Kurd û li tamkirina þîrê bustanê wê dayikê tamdar bûne.

Paþê, ez bi dergûþeke darî ji darên çiyayên Kurdistanê li ser erd û di bin azmanê wê de, bi destekî kurdî, hatime hejandin... di himbêza dê û bavê dilovan de, bi delalî, hatime xwedîkirin...

Ez pêncsalî bûm bavê min havîna sala Berfa giran (Berfa sor) li bajarê Mêrdînê çû rehma Xwedê û li wê hate veþartin. Dema bûme heftsalî diya minî dilovan bi dilþadî û xweþî bi destê min girt û ez birim xwendinê...spartim seydayê gund... Lê, sed mixabin, piþtî destpêka xwendinê, pir li min nebûrî diya min jî dest ji min kiþand, çû rehmetê, ser da xewa þêrîn, xewa yekcarî, bê hiþyarî.

Piþtî mirina diya min, metika min ez û mala min ji gundê me yê kevin Erbetê rakirim û birim gundê Girhesin, yê ko mala wê lê bû. Piþtî ko min dê û bavê xwe, yên dilovan bi yekcar winda kirin û ji nav heval û hogirên xwe derketim û çûme gundê biyanî nenas, ji metika xwe pêve min kesek nas nedikir. Hertim bi kul û derd bûm, diljar û perîþan bûm. Þev û rojên min, pirê wan, bê xew û xwarin derbas dibûn. Min baþ dizanî, ko metika min hê ji dê û bavê min ji min re dilovantir e, zîziya dilê min agadar bû.

Metika min hê ji diya min bêhtir qedrê ilm û xwendinê dizanî... ji min re tim digot: ‘Kurê min, dive tu bixwînî. Her xwendin e ko insanan serfiraz dike. Xwendinê gelek jar kirine serdar, xwendin bi dest herkesî nakeve’.

Bi vî dengî, Namî cih û warên xwe di bin barê jiyana zor û sitem de, bi metika xwe re, diguhertin. Wilo, ji Girhesin xwe guhestin gundê Letîfiyê. Ji wir xwe li gundê Kertiwênê girtin. Piþtî xêzvêzbûna þerê cîhanî yê yekemîn berê xwe dan gundê Darê, serkaniya xwendinê. Li wir Namî li xwendinê vegera. Piþtî Quran xitim kir li Kertiwênê vegera, lê metika wî nehiþt payiza wê salê bê xwendin di ser re derbas bibe, gava ew þiyande Darê û ji nû ve bû feqe. Namî dibêje:

Min dest bi xwendina kitêba seydayê Xanî Nûbihara Biçûkan kir. Piþtî ko min kitêba Seydayê Xanî Nûbihara Biçûkan timam kir, min dest bi xwendina kitêbên þerîetê kir.

 

 

 

          Biçe Jora Rûpelê   

girêdanên sponsor

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Copyright 2006 wejeuziman.com Hawar Kurdistan Media Group | Kunye/Rêvebirî/Xwedan | Têkîlî

Derbarê wejeuziman.com | wejeuziman.com weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e Kurdish Literature